Li Sûriyê ji ber erdhejê 11 hezar malbat niha bêwar in

Xaniyekî hilweşyayî li bajarokê Cindirêrê - Wêne: Star Ehmed - K24
Xaniyekî hilweşyayî li bajarokê Cindirêrê - Wêne: Star Ehmed - K24

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji encama erdheja ku navenda wê Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, 11 hezar malbat li bakurê Sûriyê niha bê cih û war mane.

Li gorî rapora Yekîneya Koordînasyona Piştevaniyê ya Ziyanên Erdhejê li bakurê Sûriyê, di encama erdheja roja 6ê Sibata 2023an, 1 hezar 793 xanî bi temamî hilweşîne û 7 hezar û 985 xanî beşek ji wan hilweşyaye. Her wiha nêzî 11 hezar malbat jî niha bê cih û mal in.

Li gor amarên dawî yên fermî, piştî ku termên din ji bin xirbeyên avahiyên wêranbûyî hatin derxistin, li Tirkiyê hejmara miriyan gihişt 40 hezar û 642 kesan, li Sûriyê jî 5 hezar û 932 kes mirin.

Ev di demekê de ye, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres bangek awarte ji bo komkirina 400 milyon dolar ji bo alîkariya zirarmendên erdhejê li Sûriyê di heyama sê mehan de kiriye.

Guterres bang li hemû welatên endam kir ku “bê derengî” alîkariyan kom bikin, da ku alîkarîya nêzîkî pênc milyon Sûrî dikin ku pêwîstiya wan bi cih, alîkariyên bijîşkî û xwarinê heye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber erdhejê li Bakurê Kuristanê û Tirkiyê 40 hezar û 642 kesan û li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî 5 hezar û 932 kesan canê xwe ji dest dan.