ENKSê biryarê dide ofîsên xwe li Efrînê veke

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryarê dide, baregehên xwecihî yên ENKSê li Efrîn û Cindirêsê veke û rola ENKSê li wê herêmê akîtv bike.

ENKS îro di daxuyaniyekê de ragihand, ENKSê roja 17ê Sibata 2023an li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî pêk anî û tê de li ser rewşa wêranker a erdheja ku li herêmên Kurdî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Efrîn û Cindirêsê rû daye rawestiya ku di encamê de bi dehhezaran cane xwe ji dest dan û birîndar bûn û hejmareke mezin ji xanî, avahî, rê û pireyan hilweşiyan.

Di civînê de karên ENKSê yên di vî warî de hatine kirin, hat pêşkêşkirin, ku wê name ji Netewên Yekgirtî û ji hikûmetên gelek welatan re şandine û bang li wan kiriye ku alîkariyên pêwîst û tîmên rizgarkirinê pêşkêş bikin û van deveran wek deverên wêranbûyî bi nav bikin, ta ku alîkariyên navdewletî jê re bên kirin.

Her wiha ENKSê spasiya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ku bi hawara ziyandîtiyên erdhejê çûne, bi taybetî li Efrîn û Cindirêsê.

ENKSê di civîna xwe de biryar da, baregehên xwecihî yên ENKSê li Efrîn û Cindirêsê bên kirin û rola wan li herêmê bê akîtvkirin, ji bo alîkariya ziyandîtiyan bikin, ziyanên çêbûne û binpêkirinên ku bandorê li wan deveran tên kirin belge bikin.