Erdogan li Semsûrê: Ez ji we helaliyê dixwazim

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand: "Ji ber bandora xerabker a lerzan, rewşa xerab a hewayê, zirardîtina jêrxanê, me çend rojên ewil li Semsûrê nikaribû xebateke çalak bikira. Ji bo vê ez ji we helaliyê dixwazim."

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand: "Ji ber bandora xerabker a lerzan, rewşa xerab a hewayê, zirardîtina jêrxanê, me çend rojên ewil li Semsûrê nikaribû xebateke çalak bikira. Ji bo vê ez ji we helaliyê dixwazim."

Recep Tayyîp Erdogan serdana bajarê Semsûrê kir û li Navenda Kordînasyonê ya AFADê ji rayedaran derbarê rewşa dawî ya bajêr û xebatan de agahî wergirtin.

Erdogan diyar kir ku îro roja 22yemîn a erdhejê ye û ji 6ê Sibatê û vir ve 10 hezar erdhejên paşekî çêbûn û got: “Ji bajarên ku bandora erdhejên Mereşê li ser çêbû yek ji wan jî Semsûr e. Ji ber bandora xerabker a lerzan, rewşa xerab a hewayê, zirardîtina jêrxanê, me çend rojên ewil li Semsûrê nikaribû xebateke çalak bikira. Ji bo vê ji we helaliyê dixwazim.”

Herwiha got: “Em her tiştî dizanin û bila şik û gumana kesî çênebe, pêdivî bi çi hebe em dikin û em ê bikin. 70 hezar birayên me yên Semsûrî ji me konteyner an jî alîkariya kirê xwest, em ê destûrê nedin ku tu birayê me mexdûr bibe.”

Li ser piştgiriyên ku dê li herêma erdhejê werin dayîn, Erdogan wiha got: "Ji piştgiriya êm bigire heta şûna heywanên ku telef bûne dayîna heywanên nû, em di her mijarê de ligel cotkarên me ne.”

Erdogan li ser avahiyên ku dê li tevahiya herêma erdhejê werin çêkirin got: "Em ê li Semsûrê nêzî 50 hezar avahiyan çêkin. Li cihên ku xebatên herêma mîkro û etuda jeolojîk bidawî bûne, em demildest vedidin û dest bi avakirinê dikin. Piştî bidawîbûna etudên zemînê jimara avahiyên ku hatin asta avakirinê derket 309 hezarî. Em ê destûrê nedin ku nêzîkî xetên fayê û erdê ku şil dibe avahî bên çêkirin, li cihên berê jî em ê destûrê nedin çêkirina avahiyên bilind. Ji bo ku projeyên veguhestina bajêr bilez bên kirin û di demeke kin de hemû bajarên xwe bigîhînin wê astê ku ew ji bo karesatan amade bin çi hewce bike em ê bikin.”

Diheman demê de Erdogan destnîşan kir, ew soz dide ku ew dê di nava salekê de birînên erdhejê bi rêjeyeke mezin bipêçin û got: “Em nahêlin bajarên me ên mêvandariya şaristaniyên bi hezaran salan kirine û hezar sal e em bi biratî bi hev re dijîn rastî guherîna bingehîn werin. Xwedî li bajarê xwe derkevin, bi tu awayî warê bav û kalan bi temamî neterikînin. Em ê şûna her avahiya kavilbûyî yeka herî baş, herî xweş, ewledar û nû çêkin û bidin."