Meral Akşener beşdarî civîna Maseya Şeşalî dibe

Akşener dê beşdarî civîna Tifaqa Miletê ya li navenda Partiya Seadetê bibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu ragihand, Meral Akşener û Kemal Kiliçdaroglu hevdîtinek encam dane û Akşener dê beşdarî civîna Tifaqa Miletê ya li navenda Partiya Seadetê bibe.

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener îro piştî ku ligel serokên şaredariyên Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş û herwiha Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu civiya, vegeriya Maseya Şeşalî ku jê veqetiyabû.

Meral Akşener îro di demjimêr 16:00ê de li navenda Partiya Seadetê dê beşdarî civîna Tifaqa Miletê bibe.

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu got: “Seroka me ya giştî biryar daye ku îro beşdarî civîna Tifaqa Miletê ya li Partiya Seadetê bibe.” Herwiha eşkere kir: “Me pêşniyar kir ku Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu bibin cîgirên serokomar.”