HEZKURDê bi çalakiyekê Prof. Dr. Qedrî Yildirim bibîr anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) li Diyarbekirê bi çalakiyekê, mamosteyê zimanê Kurdî Prof. Dr. Qedrî Yildirim bibîr anî û  mamoste û xemxurên zimanê Kurdî xelat kirin.

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ku ji bo zimanê Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê perwerdehiyê kar û xebatan dimeşîne, bi çalakiyekê mamosteyên zimanê Kurdî anîn cem hev û çalakiyek birêve bir.

Malbata yek ji damezrînerê beşa Zimanê Kurdî li Zanîngeha Artûklu ya Mêrdînê Prof. Dr. Qedrî Yildirim, mamosteyên zimanê Kurdî, nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrên Kurd beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de ji bo ked û xebat û berhemên wî yên ji bo zimanê Kurdî spasiya Prof. Dr. Qedrî Yildirim hat kirin. Her dîsa beşdarên çalakiyê gotin; ji bo ku zêdetir mamosteyên zimanê kurdî bêne tayînkirin û zarokên Kurdan zêdetir dersa Kurdî hilbijêrin divê zêdetir kar û xebat bêne kirin.