Hevserokê HDP'ê yê Rihayê û 11 kesên pê re hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Rihayê 12 kes hatin binçavkirin, yek ji kesên binçavkirî de jî, Hevserokê Rihayê yê HDPyê ye.

Li bajarokê Eyyubiyê yê ser bi bajarê Rihayê ve, 12 endam û alîgirên HDPê ku li ber nivîsingeha hilbijartinê ya HDPyê kom bûbûn, bi hinceta binpêkirina yasaya civîn û xwepêşandanan hatin binçavkirin.

Hat ragihand jî, di nava binçavkiriyan de, Hevserokê Rihayê yê HDPê Ahmet Atiş jî heye.

Parêzgeha Rihayê biryara qedexekirina her cûre çalakî û xwepêşandanên li nav sînorên parêzgehê ji roja 1 û heta 5ê Nîsanê dabû.