Parlementerê berê yê HDP’ê Îdrîs Baluken ji zindanê hat berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlementer berê yê Diyarbekirê û serokê berê yê fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken piştî 6 sal û 5 mehan ji Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hat berdan.

Derbarê berdana Baluken de HDP’ê ragihand ku; piştî 6 sal, 5 meh û rojekê Îdrîs Baluken hat berdan.  

Îdrîs Baluken, di 4ê Mijdara 2016an hatibû girtin û di 8emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Diyarbekirê hatibû dadgehkirin û bi îdîaya ku “endamê rêxistinê û bangeşîkirina rêxistinê” 9 sal û 2 meh siza lêhatibû birîn.

Îdrîs Baluken, di 30’ê Çileya 2017an de hatibû berdan lê belê li ser nerazîbûna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dîsa hatibû girtin.