Pispor: Beriya hilbijartinê armanca Erdogan ji Sûriye bi ser neket

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Şandeyên Tirkiyê, Sûriye, Îran û Rûsyayê ji bo çarseriya kêşeya Sûriyê lihev rûniştin. Di encama civînê de biryara berdewamiyê hate ragihandin. Pispor û şarezayên babetê diyar dikin heta Tirkiye ji nava xaka Sûriyê dernekeve egera wê nîn e ku mesele çareser bibe û hevdîtinek din ava Erdogan û Esed de pêk bê.

Hevdîtnên 4 qolî yên ku li Moskoyayê di nava Tirkiye, Sûriye, îran û Rûsyayê de bi dawî hatin. Lê dîsa ti encam jê derneket. Bi boçûna şarezayên babetê Bi taybet Erdogan ev demek dirêje dixwaze bi Esad re hevdîtinekê pêk bîne. Lê tû rêyekê nabîne. Ew dibêjin; Erdogan hem dixwaze vê yekê di polîtîkaya navxweyî de bikarbîne hem jî li Rojhilata Navîn di hevkêşeya pêywendiyên ku li ser esasê bihêzbûnê ava dibe. Pispor didin zanîn eger di nava Erdogan û Esad de hevdîtinek pêk bihata wê ev yek wek peyamekê bida welatên wekî Misrê, Erebîstana Siûdî, Kuweyt û Dewletên Îmaratê.

Pispoê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz ji K24ê re got: “Beşar Esed di vê serdema hilbiartinê de naxwaze di asta serokomaran de hevdîtinekê pêk bîne. Ev hevdîina duyemîn diviya bû di nava wezirên karê derve û Sûriyê de bihata kirin. Lê dema Esad serdana Moskovayê kiribû ev yek jî qebûl nekiribû. Lê dîsa jî îxtimalek heye di nava hefteya navîn ya meha Nîsanê de di asta hevdîtina wezîrên derve de hevdîtinek pêk bê.”

Bi boçûna pisporan hevdîtineke di nava wezîrên karên derve yên Tirkiye û Sûriyê de jî wê kêşeyê çareser neke. Ew dibêjin, Esed Tirkiyê wekî welatekî dagirker dinirxîne û wekî piştgirê rêxistinên terore. Ji bo pêkhatina hevdîtinekê jî rast e rast vekişîna Tirkiyê ya ji Îdlib, El-Bab û Efrînê wek şertê sereke destnîşan kiriye.

Pisporê Rojhilata Navîn Parêzer Fevzî Çelîk dibêje: “Her çiqas Sûriyê şerê xwe qezenç nekibe jî têk jî neçû. Niha wek welatekî serwer berdewam dike. Ji ber sedema ku Rûsyayê Ukreyna dagir kiriye Zelensky jî dibêje heta Rûsya ji nava xaka wan dernekeve ew ê bi Putîn re hevdîtinê pêk nayîne. Esed jî xwedî heman mafî ye ku ji Erdogan re bêje ji nava xaka welatê me derkeve.”   

Li gorî şarezayên babetê berê 2 şertên Tirkiyê yên vekişîna ji nava xaka Sûriyê hebûn, yek jê daxilkirina proseya siyasî ya li Şamê bû ji bo Opozîsyona Niştimanî ya Sûriyê, ya din jî tasfiyeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Niha Tirkiye ji şertê yekem vegeriya tenê maye şertê HSDê ku naxwaza HSD bibe hêzeke polîtîk û statûyeke xweserî bo wan bê dayîn.