Kardaş: Tifaqa Azadî û Demokrasiyê mafê nûnertiyê neda me

PDK-T û PDK-Bakûr di nava Tifaqa Azadî û Demokrasiyê de cih negirtin
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) –Di 3ê Nîsanê de 9 partî û rêxistinên ku HDP, Partiya Kesk a Çep û PSKê jî di nav de cih girtîn “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” li Diyarbekirê ragihandin. Lê belê PDK-T û PDK-Bakur ku berê hevpeymanên HDPê bûn di nav vê tifaqa nû de cih negirtin. Siysetmedarên HDPê dibêjin; wan diwast ku hemû partî û rêxistinên kurdan jî bi hev re bin, lê belê ji hevdîtin negihiştin encamê. Siyasetmedarên PDK-Tê jî dibêjin; ji ber ku mafê temsîliyetê wernegirtine wan di nav tifaqa nû de cih negirt.

Li Diyarbekirê di 3ê Nîsana 2023an de bi beşdariya 9 partî û rêxistinên ku HDP, Partiya Kesk a Çep, PSK û hin partî û rêxistinên kurdan jî di nav de cih girtin, hevpeymanek bi navê “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” hat ragihandin û bernameya wê hat aşkerekirin. Lê belê Partî Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û PDK-Bakur di nav vê hevpeymana nû de cih negirtin. Ev her du partî jî berê hevpeymanên HDP’ê bûn. Siysetmedarên HDPê dibêjin; wan dixwest in ku hemû partî û rêxistinên kurdan hêza xwe bikin yekû bi hev re ji bo cîbicîkirina mafên kurdan yên neteweyî têbikoşin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Diyarbekir Zeyad Ceylan ji K24ê re got: “Banga me ji hemû partiyên kurdî re heye; çi yên di nava tifaqê de cih girtine çi jî yên cihnegirtine re ew e ku bila dîsa werin cem hevdu. Kurd çiqas bihev re bin dê zêdetir serkeftî bin û dê îrade bin û dê ewqas nêzîktirî azadiyê bin. Wateya tifaqê ew e; aliyên ku wekî hevdu nafikirin jî dikarin werin cem hevdu û bi hev re xebatan bimeşînin.”

Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2019an de HDP’ê bi hin partî û rêxistinên kurdistanî re hevpman ragihandibû û bi vê hevpeymanê şaredariya navçeya Çinarê ketibû destê PDK-T û şaredariya Pîranê jî ketibû destê PDK-Bakurê de. Rayedarên PDK-Tê dibêjin; ji 2019an de ew bi HDPê re hevpeyman bûn lê belê ji bo hilbijartinên 14ê Gulana 2023an mafê parlementeriyê nedan PDK-Tê wan jî nexwest di nava “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” cih bigirin.

Serokê Giştî yê PDK-T Mihemed Emîn Kardaş dibêje: “Em Partiya Demokrat a Kurdistan in, em birêxistinkirî ne. Me sêyemîn kongreya xwe ya mezin li Enqereyê pêk anî. Bajarên me hene û dengdêrên me hene. Me ji wan re got (HDP) hûn temsîliyetê bidin me û me jî di parlementoyê nûner hebe û PDK-T bê temsîlkirin. Lê nedan. Me jî got madem ku hûn mafê nûnertiyê nadin ti wateya wê nîne ku em di civatê de rûnin. Lê ew tifaqa me ya berê berdewam dike, heger bixwazin dê berdewam bike.”

PDK-T û PDK-Bakur di nava “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” de cih negirt, lê belê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Kesk a Çep di nav de cih girtin. Siyasetmedarên hemû partiyan dibêjin; deriyê wan ji bo hevdîtinan û hevpeymaniyê vekiriye.  Nûnerên partî û rêxistinan dibêjin; da ku kurd mafên xwe bidestbixin ew dixwazin kurd yekgirtî bin.