Al-Monitor: Ji Dije-Terora YNKê zanyarî li ser Mazlûm Ebdî bo Enqerê hatine dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêgeha “Al-Monitor” li ser êrîşa Tirkiyê li ser Firokexaneya Silêmaniyê, ji çend çavkaniyên îstixbaratî ragihand, tê texmînkirin ku zanyariyên derbarê Mazlûm Ebdî de ji Dezgeha Dije-Terorê ya YNKê gihîştibe Enqerê.

Pêgeha “Al-Monitor” a Amerîkî raportek li ser êrîşa li ser Firokxaneya Silêmaniyê belav kir û tê de hatiye, jêderekî ku pêwendiya wî ligel dezgehên hewalgiriyê heye û nexwestiye navê wî eşkere bibe, gotiye: “Tê texmînkirin ku hejmarek ji berpirsên Dije-Terora YNKê zanyarî li ser cih û tevgera Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê dan Enqerê.”

Asayîşa Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê roja 7ê Nîsana 2023an ragihandibû ku li nêzî têla Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê teqînek pêk hat û di encamê de ti ziyanên canî çênebûn.

Medyaya Iraqî jî ragihand, bûyera li Firokxaneya Silêmaniyê di encama êrişa dronên Tirkiyê de bû û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî ji hewleke kuştinê rizgar bû.

Destpêkê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red kiribû ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di dema êrîşê de li Silêmaniyê bû, lê piştre vegeriya duhî di daxuyaniyekê de li wê yekê mikur hat û ragihand, Mezlûm Ebdî di dema êrîşê de li Silêmaniyê bû û bi selametî gihîştiye navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Her wiha şeva borî Mezlûm Ebdî di peyamekê de ku li twîtterê belav kiriibû tê de got: “Em bi tundî armanckirina Firokexaneya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikin. Ev binpêkirin li Iraq û Sûriyê berdewam in û rehendên wê yên metirsîdar li ser herêmê hene.”