Li Tirkiye û Bakur amadekariyên partiyên siyasî ji bo hilbijartinan

Li gorî serokên kompaniyên rapirsiyê û şirovekarên siyasî di rewşa heyî de ji bo serokomarî û parlementoya Tirkiyê encamên cuda xwe didin der.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê piştî ku partiyên siyasî û hevpeymaniyên heyî lîsteya namzetên xwe yên serokomarî û parlementeriyê diyar kirin, lez dane bangeşeya hilbijartinê. Li gorî serokên kompaniyên rapirsiyê û şirovekarên siyasî di rewşa heyî de ji bo serokomarî û parlementoya Tirkiyê encamên cuda xwe didin der.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 9ê Nîsanê de partiyên siyasî û tifaqên heyî lîsteyên parlemeteriyan radestî Lijneya Bilind ya Hilbijartinê kirin.

Partiya deshilatdar Ak partî 181, partiya muxalefeta sereke CHPê 67 û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî 33 parlementerên xwe yên heyî nekirin namzet.

Li gel vê yekê Tifaqa Cumhur ya deshilatê di lîsteyên xwe de bo HUDA PAR û DSP bi giştî 6, Tifaqa Miletê di nava lîsteyên CHPê de ji bo Deva, Pêşeroj, Sadet û Demokratê 78, Tifaqa Ked û Azadiyê jî ji bo partiyên çep û Kurdistanî 11 kursî diyar kirin.

Li gorî serokên kompanyayên rapirsiyê dê soz û gotinên namzetan diyarker bibe û di her du hilbijartinan de tifaqa desthilatê li pêş e.

Serokê Kompanyeya Rapirsiya OPTÎMARê Hîlmî Daşdemîr ji K24ê re diyar kir: “Rêjeya dengê Tifaqa Cumhur derdora ji sedî 45- 46an de ye. Ya Tifaqa Milletê ji sedî 43ê ye ev rewşa heyî di parlementoyê de destê deshilatê bihêz dike. Lê hilbijartina serokomariyê bo gera duyem dimîne. Di gera duyem de jî dê gotin û sozên namzetan diyarker be. Ji ber ku HDPe jî dê bi navê Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê ji sedî 45ê dengdêrên HDPê yan naçin ser sindoqan yan jî dê dengê xwe bidin CHPê. Rewşa niha wiha ye.”

Beramberî vê yekê şirovekarên siyasî jî balê dikşînin ser piştevaniya bo Kemal Kiliçdaroglu diyar dikin ku di rewşa heyî de bo parlemento û serokomariyê encamên cuda hene.

Şirovekarê siyasî Prof. Dr.  Mete Kaan Kaynar ji K24ê re ragihand: “Di hilbijartina serokomariyê de destê namzetê Tifaqa Millet gellek bihêz e. Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Milet, Partiya Komunîst a Tirkiyê û çend partiyên din piştevaniya Kemal Kilicdaroglu dikin. Ber vê çendê hilbijartina serokomarî namîne bo gera duyem û Kilicdaroglu bi ser dikeve. Lê belê çend kesên ku di nava lîsteyên CHPê de namzet in degderên CHPê eciz kirine. Ev yek dê hilbijartina parlamenteriyê de encameke cuda derxe holê.”

Di hilbijartina serokomarî ya Tirkiyê de 4 namzet hene û ji bo ku namzetek bibe serokomar pêwîst e ji sedî 50 yêk lê zêde deng bidest bixe. Herwiha di parlementoya Tirkiyê de jî ku 600 kursî hene partî yan jî tifaqa ku bixwaze parlementoyê de bihêz be lazim e ji 301ê zêdetir kursiyan werbigre.