HDP û Partiya Çepa Kesk namzedên xwe dan nasîn

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku dê bi navê Partiya Çep a Kesk Bikeve Hilbijartinan bi bernameyeke berfireh namzedên xwe ji rayagiştî re dane nasîn. Rayedarên HDP dijî girtina partiya wan dibêjin ew ê li qadan bersivê bidin. Namazedên HDPê yên ku ji kesayetên navdar pêk tên jî dibêjin di bin banê Parlementoyê de ew ê zêdetir li ser du mijaran rawestin.

Amarên bêkariyê yên li Tirkiyê beriya hilbijartinê hatin ragihandin. Li gorî amaran di meha Sibatê de ji sedî 0.2 zêdebûnek pêk hatiye û hejmara bêkarên li Tirkiyê çûye ser 3 milyon û 514 hezar kesan. Lê li gorî raportên sendîka û saziyên serbixwe hejmara bêkarên li Tirkiyê zêdetirî 10 milyon kesî ye.

Welatî Abdulbasil Reşîdî: “Walla niha li Stenbolê karbidest dibêjin em nikarin karkeran peyda bikin lê civak bi gilî û gazince û dibêje kar nîn em bixebitin. Ez jî nizanim tevîheviyek heye. Niha cihê ez lê kar dikim 5 xebatkar kêm in xwediyê kargehê nabîne ku 5 kesan wergire ser kar.”

Welatî Veysel Oldun: “Ez bawer nakim ku amarên bêkariyê zêde bin. Derfeta kar heye lê beşek heye naxwazin kar bikin. Rast e enflasyon bilind e dabar zore lê bawer dikim wê her tişt baş bibe.”

Her çiqas di amarên TUIKê de hatibe ragihandin ku di meha Sibatê de 65 hezar zêdebûnek pêk hatiye jî eniya muxalefetê û sendîka diyar dikin di nava van amaran de karkerên demdemî û piştî erhejê jî kesên bêkar mane cih nagirin û ew hejmar nêzîk 130 hezar kesî ye.

Welatî Mehmet Înal: “Walla heyran millet perişan bûye ma e çibêjin. Xelk ji birçîna dimire lê heger mirov bixwaze bi her awayî dikare kar bike. Ez hosteyê lehmecûnê me. Digel ku ne bi zewacim jî berê min kêm qezenç dikir têrî min dikir lê niha zêdetir pere qezenç dikim mixabin têra tiştekî nake”

Her wiha di raporta TUIKê de hatiye destnîşankirin ku ji 3 milyon û 514 hezar kesên bêkar yên li Tirkiyê, ji sedî 19ê wan xort, ji sedî 8,7ê mêr û ji sedî 12.6ê wê jî ji jinan pêk tê. Di amarên hatine ragihandin de aliyê metirsîdar jî zêdebûna asta bêkarên beşa bê sernav in ku ew jî çûye ser ji sedî 23,4an.