Saziyên sivîl û jûrên pişeyî ji operasyonên li ser çalakvanên civakî tên kirin nerazîbûn nîşan dan

Diyarbekir (K24) – Nerazîbûnên li dijî operasyonên ku li ser endam û rêvebirên saziyên sivîl, partiyên siyasî, hunermend û rojnamevanan hatibûn kirin li Diyarbekirê berdewam dikin. Saziyên sivîl yên ser bi Yekîtiya Jûrên Endezyar û Avahîsazên Tirk TMMOBê û Konfedarasyona Sendiqayên Kedkarên Civakî KESKê ve jî li avahîya Jûra Endezyarên Madenan bi daxuayniyekî nerazîbûn nîşan dan.

Di destpêka konferansa rojnamevanî de, Berdevkê Koordîsnasyona TMMOBê yê Diyarbekirê Alîcan Çetîn da zanîn ku mebesta wan operasyonan çewsandina civakê ye ku li sirûşt û bajêrên xwe xwedî dernekevin û dîsa bi van operasyonan tê xwestin ku tirs di nav civakê de çêbibe û ewlehiya hilbijartin û sindoqan ji holê bê rakirine.

Piştî Alîcan Çetîn, daxuyaniya hevpar ji aliyê Endama Rêvebiriya Jûra Endezyarên Madenan Zeynep Oguz ve hat xwendin û hat ragihandin ku beriya hilbijartinan ev operasyonên ku li ser çalakvan, rojnamevan û hunermendan tên kirin, destnîşana dawîlêhatina desthiladariya heyî ye ku dixwaze, civakê biçewsîne û encamên hilbijartinan jî li gor xwe diyar bike.

Hat gotin ku çalakvanên civakî, dê ji bo parastina sirûşetê û nirxên civakî çalakî, xebat û nerazîbûnên xwe berdewam bidomîinin.

Serdozgeriya Diyarbekirê di derheqê 216 kesan de biryara destserkirinê derxistibû û 128 kes hatibûn desteser kirin. Li gor zanyariyên dawî, îfadeyên wan kesan hatine girtin û tê çaverêkirin ku îro di 27’ê Nîsanê de, ji bo dadgehê bên veguhastin.