Peyam û jiyana bijîşk Mahmût Ortakaya wek belgefîlm hat nîşandan

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Jiyana Mahmût Ortakaya yê ku Hekîm ango Bijîşkekî ji Sîwereka bakûrê Kurdistanê ye û ji 60 sal zêdetir e, li gel karê bijîşkî, aktîvîstekî civakî û mafên mirovî ye, ji aliyê bijîşkekî din ve û bi piştgiriya Jûra Tabîban a Diyarbekirê, di belgefîlma ‘Hekîmek-Şîretek û Erdnîgariyek’ de hatiye hûnandin û hat nîşandan.

Jiyana Mahmût Ortakaya yê ku damezrenêrê Jûra Tabîban a Diyarbekirê ye û li diwarên jûrên tabîban ên bakûrê Kurdistanê gotinên wî yên ‘ji tenduristî û azadiyê sexberî nabe, ji tenduristiyê sexberî mirin, ji azadiyê sexberî eseratê tîne’ daleqandiye wek belgefîl hatiye amadekirin.

Mahmût Ortakaya ku li gel karê hekîmîyê, wek aktîvsit û parêzvanekî mafên mirovî jiyana xwe derbas kiriye jî kêfxweşiya xwe ragihadn ku belgefîlm li ser kar û têkoşîna wî hatiye çêkirin û wiha bi beşdariya girseyî tê nişandan. 

Mahmût Ortakaya ji K24ê re got: “Ez gelek pê kêfxweşim ku gotinên min ji bo civakê bûne şîretkirin û bi pesindarî behsa têkoşîn û xebatên min tê kirin. Heger mirov bikare bi yek-du gotinên xwe, tiştekî ji civakê re bihêle kêfxweşiya mezin e.  Ew gotinên min ku niha li dîwara daleqandine min kêfxweş dike. Ew gotin êdî dê wek mîras bimîne. Ez hêj jî di heman fikrê de me ku tenduristî û azadî jihev nayên cudakirin. Ji ber ku heta mirov azad nebin, tendurist jî nabin. Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî tenduristiya fizîkî-rihî û civakî wek pîvan ragihandiye, lê divê tenduristiya siyasî, yanî azadiya kesayet û civakan jî ji bo tenduristiyê wek pîvan bê zêdekirin.”

Amadekarê belgefîlmê jî balê dikşîne ku Mahmût Ortakaya bixwe jî êş û azarên li ser zimanê Kurdî jiya ye û li gel hemû pêkutî û zextan ji nirx û pîvanên xwe kêm nekiriye.

Amadekarê belgefîlmê Weysî Ulgen dibêje: “Bijîşk-Rêxistin û cografyayê de; bijîşk Mahmût Ortakaya ye, rêxistin Jûra Tabîban e û cografya jî Kurdistan e. Kekê Mahmût di jiyana xwe de i ser zimanê Kurdî xebat û têkoşîneke baş daye. Ew jî di belgefîlmê de aşkere dibe. Di şert û mercên zor û zehmet de jî, di demên 12 Adar a 1971’an de, 12 Îlon a 1980an de ku Kurdî bi tundî qedexebû de jî bi Kurdî hekîmtî kiriye û di rêxistinên ku tê de kar kiriye de jî daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi Kurdî kiriye.”