Namzedên YSPê: Hêzên ewlehiyê destwerdanê di xebatên me yên hilbijartinan de dikin

Hevserokên YSPê yên Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Gulîstan Arasoy, bal kişandin ku desthilatdarî, ji her aliyekî ve, êriş, zext û pêkutiyên xwe zêde dike.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Namzed û rêvebirên Partiya Çep a Kesk (YSP) li Diyarbekirê bi endamên çapameniyê re civiyan.

Di civînê de, Hevserokên YSPê yên Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Gulîstan Arasoy, bal kişandin ku desthilatdarî, ji her aliyekî ve, êriş, zext û pêkutiyên xwe zêde dike û herî dawî jî, hunermend, rojnamevan û endam û rêvebirên saziyên sivîl jî di nav de, bi sedan welatî hatine desteserkirin û girtin. Lê ew jî bi gel re bibiryar in ku desthilatdariyê biguherînin.

Piştî daxuyaniyên Hevserokan, namzedên YSPê yên Diyarbekirê Serhat Eren, Cengîz Çandar û Mehmet Emîn Aktar bersîva pirsên çapameniyê dan.

Li ser pirsên peyamnêrê Kurdistan24 namzedan ragihandin ku dema ew bangeşeyên hibijartinê dimeşînin, hêzen ewlehiya Tirk her tim destwerdan li kar û xebatên wan dikin û wek piştgirên Tifaqa Cumhur tevdigerin.

Namzedan bal kişandin ku ew ji ewlehiya sindoqan biguman in, lê dê bi peywirdarên xwe re, ji bo ewlehiya sindoq û parastina dengan bergiriyên xwe bigirin û li gel hemû pêkutiyan kar û xebatên xwe bimeşînin.  

Dîsa li ser pirsa ku gelo ji bo piştgiridayîna namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû çi wadek ji wê tifaqê hatiye sitendin an na? Namzedan diyarkirin ku wan di encama bazariyekî de, yan jî ji bo we'dekî hatiye dayîn wê piştgiriyê nedane û li gor werzê siyasî yê li Tirkiyê, biryara piştgirikirina Kemal Kiliçdaroglû dane. Namzedan anîn ziman ku ji bo we'd an jî bazariyek hatiye kirin na, lê ji bo çûyîna Erdogan wan biryara xwe daye.