Serokomarê Îranê bo cara yekem ji destpêka krîza Sûriyê ve serdana Şamê dike

Hevdîtineke Beşar Esed û Îbrahîm Reîsî - Arşîv
Hevdîtineke Beşar Esed û Îbrahîm Reîsî - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro çarşemê seredana Şamê Paytexta Sûriyê dike, ku ev yekem serdana Serokomarê Îranê bo Sûriyê ye ji destpêka şoreşa li dijî rêjîma Sûriyê ve.

Rojnameya nîv-fermî a sûrî “Al-Watan” diyar kir, Raîsî bi serokatiya şandeke mezin a wezîrên Îranê di sê û çarê gulana 2023an de serdaneke fermi digihe Sûriyê, ku ev yek dibe yekem serdana Serokomarê Îranê ji sala 2010’an ve bo wî welatî.”

Da zanîn jî, di vê serdanê de, Reîsî dê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re gotûbêjan bike û hevkarîyên stratejîk di navbera her du welatan de bihêztir bikin.

Wê rojnameyê diyar kir jî, aliyê Îranî dê îmkana pêşkêşkirina alîkariyên ji bo çaksazkirin û damezrandina santralên nû yên eliktirîkê bo Sûriyê de gotûbêj bike. Bal kişand ser wê yekê jî ku Serokomarê Îranê dê serdana li çend cihan li Şamê bike û bi mela û kesayetiyên olî re bicive.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Bihaderî Cehremî duhî sêşemê piştrast kir ku serokomarê Îranê piştî 13 salan dê serdana Sûriyê bike û ev serdan di çarçoveya “berdewamiya dîplomasiya herdu aliyan” de ye.

Destnîşan kir jî, armanca vê serdanê, xurtkirina pêwendiyên siyasî û aborî di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Sûriyê û “mihwerê berxwedanê” de ye.

Serdana Raîsî ji Sûriyê re di demekê de ye, ji dema Riyad û Tehranê li hev kirine ve, tevgerên dîplomatîk û dîmenên siyasî yên li herêmê bi xwe re guherandine.

Her wiha hevdem e ligel vebûna welatên ereban û bi taybet Siûdiyê li hember Sûriyê ji destpêka şer û pevçûnan di sala 2011an de ku pêwendî ji aliyê çend welatên erebî ve qut bûbûn.

Hin çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne, serdana Serokomarê Îranê bo Şamê, ji ber nîgeraniya Îranê li ser pêvajoya asayîkirina pêwendiyên siyasî ya di navbera Tirkiyê û rêjîma Sûriyê de be, bi taybet ku Rûsyayê zextê li Şamê dike, ev jî dê ne li gorî berjewendiyên Îranê be.