HSD: 2 çeteyên şaneyên DAIŞê li rojhilatê Hesekê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîneyên taybet ên hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk, bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî roja 1ê Gulanê operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ`ê li rojhilatê Hesekê pêk anî û di encamê de 2 çete hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan ên taybet bi piştevaniya asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bajarokê Holê yê rojhilat Hesekê operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê pêk anî.

Diyar kir jî, di encama operasyonê de endamekî şaneya DAIŞ`ê hate girtin ku çek derbasî kampa Hol dikirin, ji bo ku bigihînin şaneyên din ên ku berpirsên kuştinê bûn. Her wiha beşdariya wî di revandina endamên şaneyan de ji kampê de hebû.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên HSDê gumanbarekî din girt ku bi endamê şaneyê re dixebitî, piştî ku proseya lêgerînê di mala wî de hate kirin, amûerên tekenolojî hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniya xwe de dibêje, hêzên wan bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê li herêmên cuda de berdewam in ji bo pêkanîniya aramiyê û parastina jiyana sivîlan.