Li Diyarbekirê pêşbirk û danasîna xwarinên ji giya hat lidarxistin

Di pêşbirk û danasînê de, li gel juriya tamkirinê gelek welatî jî hatin û xwarinên ji giya yên Diyarbekirê tam kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê xwarinên biharê ango xwarinên ku bi giyayan tên çêkirin hatin pêşkêşkirin. Di merasîmê de, 21 kesên ku xwarinên ji giyayên Diyarbekirê çêkiribûn jî bi tamên xwe ketin pêşbirkê. Beşdaran, bal kişandin ku ev tam û xwarin kevneşopiyên çanda vê erdnigariyê ne û loma jî girîng e ku ev tam bên parastin û bo nivşên nû bên veguhastin.

Li Qesra Zêrzevanê ya Diyarbekirê, pêşbirk û danasîna xwarinên ji giya hatine çêkirin hat lidarxistin. Di pêşbirk û danasînê de, li gel juriya tamkirinê gelek welatî jî hatin û xwarinên ji giya yên Diyarbekirê tam kirin.

Hat ragihandin ku mebest ji vê çalakî û merasîmê ew e ku ev  tam winda nebin û bên zêdekirin û berdewamkirin.

Nivîskara tam û xwarinan û amadekara pêşbirêkê Fîlîz Parlak ji K24ê re ragihand: “Em pincaran çê dikin, 40 cûre pincarên me hene. Ji wan giya û pincaran xwarin, şîranî û loqim tên çêkirin. Ev jî gula Mihemedî ye ku hevaleke min ji bo min aniye. Berê li Diyarbekirê di her malekê de ji vê gulê hebû û şerbet û rîçala gulan çê dikirin. Di ciyê rûnên teneke de gişt ji van gulan dihat danîn.”

Welatiyên ku hatibûn jî li tama 41 xarinên ku ji 130 cûre giyayan hatibûn nihêrtin jî bi pesindarî behsa wan taman kirin.

Endezyarê çandiniyê û beşdarê çalajiya xwarinên giya Fethullah Tekîn diyar kir: “Welle tama wan pir xweş e. Ez kîjan dixwum yek yekê xweştir e. Kereng hene, tirşiya kerengan çêkirine, belo heye belonîskan çêkirine. Qatqatî û şîranî hene. Her yek ji wan ji yan din xweştir e.”

Beşdareke din a çalakiyê ya bi navê Nazdar jî dibêje: “Dema ku bihar tê ji şînahiyan gelek xwarin û tamên xweş derdikevin. Dema ku ji van giyayan xwarin tên çêkirin, mirov dizane kul i welatê xwe ye. Mirov di wan taman de, tam û bêhna welatê xwe distîne.”

Di danasînê û pêşbirkê de, xwarinên kesên ku wan xwarinan çêkiribûn hatin xelat kirin û xelata yekemîn jî ji bo Tûba Pervane ha dayîn.

Nebat ji xwezayê tenduristî û şîfayê ji bo mirovan diyarî dike. Bi taybet bi destpêka biharê re jî ji nebatên derdora Diyarbekirê jî xwarin tên çêkirin. 21 cûreyên ku wek kevneşopî li Diyarbekirê tên çêkirin û 20 cûreyên din îro li vê avahiya dîrokî ji bo beşdaran hatin pêşkêşkirin.