Zanayên olî yên Misilman û Êzidî tekeziyê li biratî û pêkvejiyanê dikin

Li Dîwana Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê civîneke biratî û bihevrebûnê di navbera zanayên olî yên Misilman û zanayên olî yên Êzidî de hat encamdan.

Hewlêr (K24) – Zanayên olî yên Misilman û Êzidî hatin ba hev û tekezî li biratî û pêkvejiyanê kirin.

Îro Pêncşemê 4ê Gulana 2023an, li Dîwana Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê civîneke biratî û bihevrebûnê di navbera zanayên olî yên Misilman û zanayên olî yên Êzidî de hat encamdan.

Piştî civînê, di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de herdu aliyan tekezî li biratî, tebayî, pêkveyî û pêkvejiyana olî kirin û ragihandin ku hemû ew her cûre gotinên xerab û nedirust, red dikin.

Mamosteyên olî yên Misilman û Êzidî tekez kirin: “Kurdistan welatê me hemûyan e, em bi hev re ne û em ê bi hev re bimînin, dîroka me hevbeş e û em hemû xwediyên vî welatî ne.”