Li 23 bajarên Bakur û Tirkiyê operasyona dijî DAIŞê

Bi fermana Serdogeriya Diyarbekirê li 23 bajaran operasyona ji bo desteserkirina 92 gumanbaran, serdegirtina mal û avahiyan hat lidarxistin.

Diyarbekir (K24) - Bi fermana Serdogeriya Diyarbekirê li 23 bajaran operasyona ji bo desteserkirina 92 gumanbaran, serdegirtina mal û avahiyan hat lidarxistin.

Li gor agahiyên ku ji bo raya giştî hatine ragihandin, polês û îstixbarata Tirkiyê operasyon li dijî endam û piştgirên rêxistina DAIŞê lidar xistiye.

Di operasyonên ku hemdem hatine lidarxistin de, li 123 navnîşanan 74 kes hatine desteserkirin. Operasyonên desteserkirina gumanbarên din berdewam dike.

Dîsa di daxuyaniya hêzên ewlehiya Tirkiyê de hatiye ragihandin ku di operasyonan de çek û belgeyên rêxistinî hatine desteserkirin û diyar bûye ku di bin navê pirtukxaneyê de, ji bo piştgirî û perwerdehiya DAIŞê alîkarî hatine komkirin da ku ji bo Sûriye û Gurcistanê bên şandin.