Li Diyarbekirê panelek li ser zimanê Kurdî hat lidarxistin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egitim-Sen, xelatên 13emîn pêşbirka Abdulla Dûran belav kir û roja derketina kovara Hewarê, Roja Zimanê Kurdî pîroz kir. Di Panel û merasîmê de bal hat kişandin ku zaravayên Kurdî li Bakurê Kurdistanê di bin xetereyan de ne û sedema sereke jî nebûyîna statuya gelê Kurd e.

Şaxên Egîtîm-Sen ên Diyarbekirê 13 emîn Xelatên Abdullah Dûran ku di 6 saliya xwe de; di 2006’an de li Diyarbekirê hatibû kuştin belav kir û panelekî li ser zimanê Kurdî lidar xist.

Di panelê de bal hat kişandin ku 15’ê Gulanê cejna zmanê Kurdî ye ku hewara zimanê Kurdî bi Kovara Hewarê destpê kiriye û hêj jî berdewam dike.

Nivîskar Îsmaîl Dîndar ji K24ê re got: “Nirxa neteweyî ya herî serekî û girîng ziman e. Dema ku welatek tê dagirkirin û miletekî tê bindestkirin, di serî de dest diavêjin zimanê wî welatî. Çima? Ji ber ku ziman dayîk e. Ziman kewar e. Ziman mal e û her tişt e. Çi tiştên neteweyî ku her çi bê bîra we, hemû biz iman hatine afirandin.”

Nivîskar û beşdarên merasîm û panelê ragihandin ku ji bo bipêşxistin û geşkirina ziman statu pêwist e, lê li bakûr Kurdî di bin xetereyan de ye û divê ji siyasetmedaran heta rewşembîran, ji dayîk û bavan heta hemû sazî û dezgehan bi berpirsyari li zimanê Kurdî xwedî derbikevin.

Nivîskar Hacî Ozkal dibêje: “Kirinên xwe em dikin, yanî ev mesele jî zêdetir bi kirinên ve girêdayî ye. Tabî ji bo bipêşxistin û geşkirina ziman û nivîsandinê divê pergal û statuya siyasî hebe.  Lê ev rastî jî nayê wateya ku em her tiştî bispêrin wê hêncetê û xwe bixapînin. Ji ber ku helwesta me ya zimanî di destên me de ye. Dema ku em her wext û di her kirinên xwe de, em fikrandin, hizir, xeyal û pêdeçûnên xwe bi Kurdî bikin, wê demê desthilatdar çiqas pêkutiyan bikin û bixwazin zimanê te têkbibin jî dê nikaribin biser bikevin.”

Di panelê de li gel ku bal hat kişandin li ser kêşeyên zimanê Kurdî, bal hat kişandin li ser gotineke fîlozofekî Awusturyayî ku dibeje: ‘Rastîn nîn e, lê ziman heye. Ji ber ku her rastiyekî bi zimanekî tê afirandin.” Loma jî bang û daxwaz ji siyasetmedar, rewşembîr û saziyên sivîl û civaka Kurd hat kirin ku li zimanê xwe xwedî derbikevin.