Li Diyarbekirê panela 'Dewlet bi Kurdî Bipeyîve' hat lidarxistin

Navenda Lêkolînên Kurd, li Diyarbekirê bi beşdariya Akademisyen û Kurdîhezan, panelekî li ser bandorên kirinên dewletê li ser zimanê Kurdî li dar xist.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Navenda Lêkolînên Kurd, li Diyarbekirê bi beşdariya Akademisyen û Kurdîhezan, panelekî li ser bandorên kirinên dewletê li ser zimanê Kurdî li dar xist. Di panelê de, daneyên lêkolîna ku ji aliyê Akademisyenan ve bi pirsa ku : ‘Dewlet bi Kurdî biaxife dê encamên çewa derbikevin?’ hatin ragihandin û bal hat kişandin ku welatiyên Kurd, dema bi Kurdî diaxivin û bi Kurdî xizmeta wan tê kirin, bêtir li nasnameya xwe ya Kurd mikur dibin.

Li Kurdish Studies Center (Navenda Lêkolînên Kurd) a Diyarbekirê, Akademisyenê Zaningeha Galskovê ku li ser Kurdan lêkolîn dike, Dr. Aykût Ozturk, dane û encamên lêkolîn û rapirsiya xwe ya dawî li bi beşdaran re parve kir. Ozturk da zanîn ku mebesta wan ji vê lêkolînê ew bûye ku dema welatî heman xizmetê bi zimanê zikamakî bistînin guhêrînên çawa dibin, diyarkirin bûye.

Drç Aykut Ozturk ji K24ê re diyar kir: “Meseleya Kurd û çareseriya wê, pirsgrika serekî ya Tirkiyê ye û wek berpirsyariyeke akademîk em van lêkolîn û xebatan dikin. Di meseleya Kurd de jî ziman babeteke bingehîn û serekî ye û emê xebatên nû jî li ser van pirsgirêkan bikin. Em di vê lêkolînê de, li bersiva pirsa ku dema Dewlet Kurdî bikar bîne, di pêwendî û hevgirtinên dewlet û welatiyên Kurd de guhêrînên çewa çêdibin geriyan. Me dît ku dema Dewlet bi Kurdî, bi welatiyên Kurd re pêwendî datîne, welatî jî dikarin zêdetir ji wan xizmetan sûd werbigirin û dema bi zimanê xwe xizmet dibînin û diaxifin, welatiyên Kurd jî bêtir bi xwe bawer dibin.”

Beşdarên panelê jî li ser Kurd û Kurdî lêkolînên ku tên kirin girîng nirxandin û balê kişandin ku bi van xebattên akademîk, têgihiştina pirsgirêkên ku Kurd dijîn, di nav akademiyê de jî şênber dibin.

Aktivîstê saziyên civakî Firat Çapan ji K24ê re diyar kir:  “Dema ku dewlet bi Kurdî dipeyîve, xuya dibe ku ev tenê besî gel nake. Welatî bi Kurdî axaftina dewletê girîng bibinin jî, tenê bi xizmetekî, yan jî axaftinê bersiva çareseriya pirsgirêkên gel nayê dayîn. Welatî çaverêne ku bingehên ku Kurdî wek hiqûqî jî rewa bê dîtin in. Yanî ziman girîng e, lê tenê bi zimanê wan axaftinê na, lê maf û azadiyên din jî divê bên dabîn kirin.”

Di rapirsiyeke akademîk de, heman xizmet bi Kurdî û Tirkî ji bo welatiyên Kurd tê dayîn. Diyar dibe ku welatiyên Kurd, ji xizmetên bi Kurdî re bêtir baldarî nişan didin û pê bawer dibin. Lê dixwazin ku ew maf bên garantîkirin û mafên wan yên din jî bên dabînkirin.