Esed: Li Tirkiyê kî di hilbijartinan de bi ser bikeve ne giring e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê hilbijartinên ku dê sibe li Tirkiyê bên kirin de got, “Ez destêwerdana karûbarên navxweyî yên Tirkiyê nakim û kî di hilbijartinan de bi ser bikeve, ji min re ne giring e.”

Rojnamevanê Filistînî Ebdulbarî Etwan li ser pêgeha ya kesane “Raialyoum” behsa hevdîtina xwe ya ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed kir û derbarê hilbijartinên Tirkiyê de got: “Serokê Sûriyê Beşar Esed got: Bêyî vekişîna tam ji Sûriyeyê, hevdîtin bi Erdogan re ne pêkan e. Pêwîst e hemû hêzên Tirkiyê ji Sûriyê vekişin.”

Her wiha Ebdulbarî Etwan gotinên Beşar Esed derbarê pêwendiyên Sûrî-Tirkî de veguhast û got: “Beşar Esed got, ez destêwerdana karûbarên navxweyî yên Tirkiyê nakim û kî di hilbijartinan de bi ser bikeve, ji min re ne giring e, yê giring ew e kesê hilbijartî pêwendiyên baş bi Sûriyê re çêbike û pêwendiyan bipêş bixe û ji Sûriyê derkeve.”

Ev gotinên Beşar Esed di demekê de tên, roja 5ê vê mehê û ji bo cara yekem ji destpêka şerê li Sûriyê di sala 2011an de, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya civîna çaralî de bi awayekî fermî li Moskoyê civiyabûn.

Miqdad di civîna ku wezîrên derve yên Rûsya û Îranê de jî tê de beşdar bûn: “Armanca sereke ji bo me, bidawîkirina hebûna leşkerî ya neqanûnî li ser xaka Sûriyê ye, helbet jî hêzên Tirkiyê jî di nav de ye. Bêyî pêşketin di vê mijarê de, em ê li cihê xwe bimînin û negihin encamên rast.”