Erdogan: Li ser sindoqan bimînin

Serokomarê Tirkiyê û Namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan bang li dengder û alîgirên xwe kir, ku li ser sindoqan bimînin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê û Namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan bang li dengder û alîgirên xwe kir, ku li ser sindoqan bimînin.

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hilbijartinên 14ê Gulanê di çarçoveya cejneke mezin a demokrasiyê ya bi aştî û aramiyê de pêk hatin, îfadeya mezinbûna demokratîk a Tirkiyeyê ye.”

Recep Tayyip Erdogan got: “Di dema ku hilbijartin di atmosfereke wiha erênî û demokratîk de derbas bû û hêj hejmartina dengan didome, hewldana ragihandina encaman bi lez û bez tê wateya desteserkirina îradeya neteweyî.”

Herwiha diyar kir: “Em kêfxweş in ku xêra miletê me di hejmartina dengan a berdewam de xuya dike. Ez ji hemû alîgir û hevkarên xwe daxwaz dikim ku heta encam bi fermî neyên eşkerekirin, çi dibe bila bibe, li ser sindoqan bimînin.”

Erdogan got: “Ez pîrozbahiyê li hemû welatiyên xwe yên ku bi navê demokrasiyê deng dane û di xebatên hilbijartinê de cih girtine dikim û spasiyên xwe pêşkêşî her yek ji wan dikim.”