Şandeyê Amerîkî û Serokatiya ENKSê pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê guftûgo dikin

Civîna ENKSê û Nicolas Grainger
Civîna ENKSê û Nicolas Grainger

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nicolas Grainger li bajarê Qamişlo ligel Desteya Serokatiya ENKSê civiya.

Malpera ENKSê belav kir, Desteya Serokatiya ENKSê îro 15ê Gulana 2023an li Qamişlo pêşwazî li Şandeyê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo herêmê Nicolas Grainger kir.

Li gorî malpera ENKSê, di civînê de dawî pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatin guftûgokirin.

Ji aliyê xwe ve, endamê Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: Di civînê de pirsa vekirina deriyê Sêmalka, fişarên PYDê yên li ser ENKSê û alîgirên wê û danûstandinên Kurdî hatin gotûbêjkirin.

Mihemed Îsmaîl got jî: “Şandeyê Amerîkî tekezî li ser wê yekê kir ku ew ê di pirsa vekirina deriyê Sêmalka û asayîkirina çûnûhatina endamên ENKSê di wî derî re de alîkar bin.”

Endamê Serokatiya ENKSê da zanîn jî, Şandeyê Amerîka ji wan re got ku divê rêveberiyek hevbeş hebe ku hemû pêkhateyên herêmê tê de bin û ew ê vê mijarê bi Rêveberiya Xweser re gotûbêj bikin.