Li Wanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egitim-Sen) bi beşdariya Parlamenterên nû, li Wanê bi mebesta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da
kurdistan24.net

Wan (K24) - Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egitim-Sen) bi beşdariya Parlamenterên nû, li Wanê bi mebesta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û bal hat kişandin ku divê Tirkiye mafên rewa yên zimanê zikmakî, bike bin garantiya destûra bingehîn.

15ê Gulanê roja çapkirina yekem Kovara Kurdî Hawarê ye ku di sala 1932an de ji aliyê  Celadet Alî Bedirxan ve hatiye derxistin ku ew roj wek Cejna Zimanê Kurdî hatiye diyarkirin.

Berdevkê Komîsyona Zimanê Kurdî yê Egîtîm-Sen a Wanê Lokman Babat, daxuyand ku li hember polîtîkayên pişaftin û entegrasyonê dê têkoşîna zimanê Kurdî bidomînin.

Gulcan Kaçmaz Saxyigît ku mamoste û endama Egîtîm-Senê bû û di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji Partiya Çep a Kesk (YSP) wek parlamenter hatiye bijartin, ragihand ku ewê mafên zimanê zikmakî li Parlamentoya Tirkiyê berdewam xwedî derkeve.

Gulcan Kaçmaz Saxyigît ji K24ê re diyar kir: “Berê li saziya Egîtîm-Senê me xebatên zimanê Kurdî dimeşan jixwe. Mirov bi zimanê zikmakî çavên xwe li jiyanê vedikin, lê mixabin zimanê Kurdî, zimanê perwerdehiyê nîne. Me berê çawa ku ji bo zimanê Kurdî çalakî û xebat kiribin û ji aliyê hiqûqî û destûrî de wan daxwaza kiribû; emê di parlamentoyê de jî wê berdewam bikin. Em dibêjin, divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.”

Parlamenterê nû yên din jî, ragihandin ku ziman bingeha hebûna gel û neteweyan e û ew ê jî wek Kurd, li parlamentoyê doza mafên rewa yên zimanê Kurdî bikin.

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek ji K24ê re diyar kir: “Me gotiye ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Hem li vir, hem jî li parlamentoyê ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê çi ji destên me bê emê xebatên xwe berdewam bikin. Cejna zimanê Kurdî ji gelê Kurd û Kurdistanê re pîroz be. Em bi zimanê xwe biaxivin, binivîsin û bixwînin.”

Bi taybetî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûyîna zimanê fermî û perwerdehiyê ya Kurdî, mijareke serekî ya rojeva saziyên sivîl û partiyên siyasî ye. Îro jî bi beşdariya parlamenterên Wanê û endamên Egitîm-Senê roja cejna zimanê Kurdî hat pîroz kirin. Bal hat kişandin ku zimanê Kurdî di bin xetereyan de ye û divê li ser xebat bên kirin û demek zûtir, li Tirkiyê wek destûrî bê naskirin.