Şaredarê Nashville: Kurd hevbeşê pêbawer ê Amerîkayê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredarê Nashville dibêje, Kurd hevbeşê pêbawer ê Amerîka ne û baştirîn pêwendiya me bi wan re heye. Her wiha got jî: “Tevahiya Nashville piştgiriya Kurdan dike û em dixwazin wê pêwendiyê berfirehtir bikin.”

Şaredarê Nashville John Cooper beşdarî bernameya “Basî Roj” a K24ê bû got: “Em dixwazin pêwendiyên xurt bi Hewlêrê re deynin û çavê me li wê ye ku di warên çandî, kulturî û bazirganiyê de hevahengiyeke zêdetir hebe.”

Got jî: “Li Nashville 25 hezar Kurd dijîn. Nashville çîroka pêkvejiyanê ye, mîna pêkvejiyana ku li Kurdistanê heye û Kurd ji bo me hevkarên pir baş in.”

Cooper got: “Em hatine vir, da ku wan bigihin destexwişka xwe û pêwendiyên xwe bi birayên xwe yên Kurd re bigihînin qonaxeke din. Kurdistan hevbeşa mezin a Amerîkayê ye.”

Şaredarê Nashville da zanîn, Nashville wek bajarê muzîk û pêkvejiyana hevbeş tê naskirin û Kurd jî beşek ji wê pêkvejiyanê ne. Kurd 50 sal in li Nashville dijîn. Ji me re dibêjin: Kurdistana Biçûk.”

Cooper got jî: “Xwarinên Kurdî li Nashville gelek binavûdeng û taybet in û festîvalek me heye, hemû xwaringehan tê de beşdar dibin û xwarinên Kurdî têne pêşandan.”

Cooper got jî: “Ez gelek şanaz im ku di dema Koronayê de, min maskeya bi logo û ala Kurdistanê bikar anîbû. Vê yekê gelek deng veda û ez pê gelek serbilind im.”

Derbarê rola sazaiya Kurdistan24ê de Şaredarê Nashville diyar kir: “Rola Kurdistan24 girîng e, hûn me bi hev ve girêdidin û rê nîşanî me didin û di warê perwerde, çand û geştiyariyê de, hûn me zêdetir me hev ve girê didin.”

Derbarê pirsa destexwişka di navbera Hewlêr û Nashville de, John Cooper got: “Hewlêr yekem bajarê Rojhilata Navîn e ku dibe destexwişkeke girîng a Nashville. Em bi serbilindî dibêjin ku Kurdistaneke me ya biçûk li Nashville heye.”

Derbarê planên di pêşerojê de jî got: “Em dixwazin hêleke asmanî ji Kurdistanê heta Nashville û berûvajî hebe. Em plan dikin jî ku di pêşerojê de hatina Kurdan ji bo Amerîkayê hêsantir bikin.”

Her wiha da zanîn, “em plan dikin ku di nav dezgehên polîs û rêveberiya bajêr de cih bidin Kurdan, da ku karibin beşdarî rêveberiya welat bibin.”

Derbarê pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de Cooper got: “Amerîka bi hemû awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê dike. Amerîka rola Pêşmerge bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de bilind dinirxîne. Em dixwazin Kurdistan biser bikeve. Ez pêşbîniya pêşerojeke gelek baş di navbera Washington û Hewlêrê de dikim.”

Roja 21ê Gulana 2022ê şandeke Parêzgarê Hewlêrê serdana Nashville kiribû û derbarê pirsa destexwişkê di navbera Hewlêr û Nashville de gotûbêj kiribûn.

Nashville, li wîlayeta Tennessee ya Amerîka ye ku bi Kurdistana Biçûk tê naskirin û hejmareke mezin ji Kurdên diyasporayê li wî bajarî dijîn. berpirsên Hewlêrê jî ji bo pêşxistina bajarê xwe, dixwazin sûdê ji ezmûna Nashville werbigirin.