Wezîra Derve yê Fransa: Em piştgiriya dadgehkirina Beşar Esed dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna piştevaniya xwe ji bo dadgehkirina Serokê Sûriyê Beşar Esed nîşan da û da zanîn ku “bi sedhezaran kes hatine kuştin û çekên kîmawî hatine bikaranîn.”

Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna di bersiva pirseke rojnamevanekî “France 2” de ku gelo ew piştgiriya “dadgehkirina Esed” dike, got: “Belê” û zêde kir, “Têkoşîna li dijî tawanan û cezakirina tawanbaran, beşek ji nirxên dîplomasiya Fransa ye.”

Colonna got: “Divê em ji bîr nekin ku Beşar Esed kî ye. Ew rêberek e ku ev zêdetirî 10 sal in dijminê gelê xwe ye.” Her wiha got jî: “Divê em ji bîr nekin ku bi sed hezaran mirov hatine kuştin û çekên kîmyawî hatin bikaranîn.”

Wezîrê Derve yê Fransa, dûr dît ku cezayên Ewropa yên li ser rejîma Beşar Esed werin rakirin, yan jî helwesta Fransa li hember Serokê Sûriyê were guhartin.

Ji destpêka krîza Sûriyê di sala 2011an de, rejîma Sûriyê bi gelek tawanên li dijî mirovatiy û binpêkirina mafên mirovan yên wekî îşkence, destdirêjî, kuştina bêdaraz û êrîşên kîmyewî hatiye tometbarkirin.

Lê welatên hevalbendên rêjîma Esed, bi taybetî Rûsya û Çîn, li dijî hewildanên Netewên Yekgirtî yên ji bo dadgehkirina rêjîma Sûriyê di Dadgeha Tawanan a Navdewletî de derketin.

Di sala 2016an de, Netewên Yekgirtî “mekanîzmeke navdewletî, bêalî ya serbixwe” ava kir ku armanca wê ew e alîkarî, vekolîn û dadgehkirina kesên ji pêkanîna “tawanên herî giran” berpirs in, bike.

Li çend welatan - bi taybetî li Ewropayê - li hember berpirsên pilebilind ên rejîma Beşar Esed doz hatine vekirin û hejmarek kes têne dadgehkirin.