Soylu: Proseya dengdanê bê ti pirsgirêkekê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu radigihîne, pêvajoya dengdanê bo hilbijartina Serokkomarê Tirkiyê bêyî ti pirsgirêkekê berdewam e.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu piştî ku dengê xwe da ji medyayê re axivî û diyar kir, pêvajoya dengdanê îro demjimêr 8ê sibehî dest pê kir û heta niha çi pirsgirêkekê ewlekariyê rû nedaye.

Soylu got: “Ji bo parastina ewlekariya sindoqan û hilbijartinê 601 hezar û 251 karmendên me hatine ewrkdarkirin hemû hemahengî di çarçoveya erk û berpirsiyariyên me digel Komîsyona Bilind a Hilbijartinê tê kirin.”

Îro gera duyem a hilbijartina 13emîn Serokkomarê Tirkiyê birêve diçe û her yek ji Kemal Kiliçdaroglu û Recep Tayyîp Erdogan ji bo posta serokkomariyê namzed in.

Di hilbijartinê de, li nava Tirkiyê 60 milyon û 904 hezar dengder dê bikaribin dengê xwe bidin.

Li 973 navçeyên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 191 hezarî zêdetir sindoq hatine danîn.