Serokê YSKê: Bûyereke neyênî rûnedaye

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand, di proseya dengdana gera duyem a hilbijartinên serokkomariyê de ti bûyereke neyênî rûnedaye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand, di proseya dengdana gera duyem a hilbijartinên serokkomariyê de ti bûyereke neyênî rûnedaye.

Proseya dengdana gera duyem a hilbijartina 13emîn Serokkomarê Tirkiyê îro di demjimêr 08:00an de dest pê kir û di demjimêr 17:00an de sindoqên dengdanê hatin girtin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand: “Îro proseya dengdana gera duyem a hilbijartinên serokkomariyê bi dawî bû. Heta niha rewşeke neyênî ya ku agahiya wê gihîştiye saziya me û bandora wê li ser proseya dengdanê hebe, tune ye.”

Di hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê de ji nav welêt 60 milyon û 904 dengder, xwedî mafê dengdanê bûn. Li 973 navçeyên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 191 hezarî zêdetir sindoq hatin danîn. Proseya dengdana gera duyem a hilbijartina 13emîn Serokkomarê Tirkiyê îro di demjimêr 17:00an de bi dawî bû.