Nivîskar Gulistan Awaz romana xwe ya yekem çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskara kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Gulistan Awaz yekem romana xwe ya bi navê “Zincîra Tenêtiyê” belav kir.

Zincîra Tenêtiyê romana yekem a nivîskara kurd a efrînî Gulistan Awaz e û ji aliyê çapxaneya “SerSera” ya li Almanyayê ve hatiye çapkirin.

Gulistan Awaz li ser vê berhema xwe ya nû ji K24ê re got: “Zincîra Tenêtiyê, êşa keçeke kurd û efrînî di navbera bîranînên Sûriyê û Almanyayê de dirêsîne û di nava rewş û bûyerên têvel de temenê wê tol dibe.”

Her wiha got jî: “Zincîra Tenêtiyê, li aliyekî roniyê dide ser rewşa fêrkirina zimanê kurdî di navbera herdu welatan de û çawa stubariya parastin û fêrkirina zimên li her derekê hildaye ser milên xwe. Li aliyekî din jî, zimanê newêrekiyê û jiyankirina tenêtiyê bi rengên xemgîniyê dineqişîne.”

Romana Zincîra Tenêtiyê, berhema duyem a nivîskar Gulistan Awaz e, pêştir jî wê dîwaneke helbestan a bi navê “Buxçika Biyaniyê” di sala 2020 de li heman çapxaneyê, “SerSera” çap kiribû.

Nivîskar Gulistan Awaz ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye. Sala 2012an dest bi nivîsandina bi Kurdî kiriye, ji sala 2017an ve ligel malbata xwe li koçberî Almanyayê bûye û li bajarê Bremenê dimîne.

Gulistan Awaz ji bilî nivîsandina helbest û romanê, di warê fêrkirina zimanê kurdî de dixebite, di heman demê de jî Cîgera Serokê Komela Civaka Kurdî ji bo Hînkarî û Perwerdeyê-Hînkarî ye.