Şirovekarê siyasî: Erdogan bi vê kabîneya nû dê proseyeke nû ya arambûnê bide destpêkirin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê piştî hilbijartinên 14 û 28 Gulanê di kabîneya nû ya hatiya avakirin li gel Cîgirê Serokkomar û wezîran, 4 Kurd cîh digrin. Li gorî şirovekaran ev kabîne bo opozîsyonê peyamek e ku bi hev re hewla çareserkirina hemû kêşeyên Tirkiyê bidin. Şarezayên rewşê dişopînin jî dibêjin, Erdogan politikaya xwe ye heyî diguherîne û ev ê bi kêrî Kurdan bê.

Kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê piştî ku yekem civîna xwe pêk anî endamên wê  îro di 7ê Hezîranê de di parlementoya Tirkiyê de dê sond bixen û dest bi kare xwe bikin. Di kabîneya nû de 3 wezîrên Kurd cihên xwe digrin, herwiha Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê jî Kurd e. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan eslê xwe ji bajarê Wana Bakurê Kuridstanê, Wezîrê Gencîne û Darayî Mehmet Şîmşek ji bajarê Êlihê, Wezîrê Tenduristiyê Faxrettîn Koca ji Kurdê Anatolya Navîn û Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz jî ji Çewliga Bakurê Kuridstanê ye. Li gel hebûna evqas wezîrên Kurd di kabîneya nû de, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî di rêûresma destpêkirina kar de peyamên lihevkirInê ji raya giştî re parvekiribûn.

Ji ber vê çendê şirovekarên siyasî peyamên Erdogan û kabîneya nû bo hemû aliyan peyameke erênî dibînin û dibêjin li pêşiya Kabîneya nû du mijar hene ku bo Kurdan erênî ye.

Şirovekara siyasî Pinar Hacibektaşoglu ji K24ê re got: “Piştî peyamên dawî yên Serokkomar û kabîneya nû êdî hemû tişt destê muxalefetê de ye. Erdogan amade ye ku guherînan bike lê lazime muxalefet jî piştgirî bide. Parlementoyê de hemû nêrînên siyasî hene û bi hev re dikarin pirsa Kurd çareser bikin. Pêşiya kabîneya nû çareserkirina aboriyê heye. Li gel vê yekê ev kabîne bi piştevaniya hemû aliyan dixwaze destûreke nû ava bike ku hemû mafên Kurdan jî tê de cih bigre.”

Şarezayên revşê dişopîni jî diyar dikin ku Erdogan dê dev ji politikaya xwe ya Kurdan eciz dike berde û gavên pêwîst jî biavêje.

Şirovekarê sîyasî Bayram Zîlan dibêje: “Di heyama borî de tifaqa ku AK Partiyê li gel MHP kirî û polîtkaya netewperest Kurdên mutedeyîm û Erdogan hez dikin eciz kiribû. Herwiha politikaya şer û ewlehiyê jî Kurd eciz kiribûn. Erdogan reqwşa heyî baş analiz kir di kabîneyê de cih da 4 Kurdan û dê dev ji politikaya heyî berde. ev 5 sal dê bo Kurdan erênî derbas be û bêyî PKKê, Erdogan li gel Kurdan dê proseyeke nû ya arambûnê bide destpêkirin. Heta pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê jî dê heyameke herî serkeftî derbas bike.”

Di navbera salên 2013 û 2015an de bi navbeynkariya AK Partî û HDPê şerê di navbera PKK û Artêşa Tirkiyê de, hatibû rawestandin, proseya aştiyê dest pê kiribû û hewla guherîna destûra Tirkiyê hatibû dayîn, lê belê ev prose bi serkeftî nebû. Pipsor û şiorvekar jî amaje pê dikin ku di heyama xwe ya dawî de, Erdogan bi kabîne û şêwazeke nû dê careke din hewla proseyeke nû ya asayîbûnê bide destpêkirin.