SOHR: 37 girtî bi alîkariya Polîsa Leşkerî ji zîndana Serê Kaniyê reviyane

Hêzeke HSDê
Hêzeke HSDê

Navenda Nûçeyan (K24) – 37 girtî ku di nava wan de endamên DAIŞê hene, bi alîkariya endamên Polîsên Leşkerî û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji zîndana Serê Kaniyê reviyane. HSD û hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser 18 kes ji wan girtine û li dû şopa 19 kesên din digerin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, operasyona revîna girtiyan ji zîndanê, berî nêzîkî du mehan û bi alîkariyên ji aliyê polîsên leşkerî ve bûye, girtî jî di devera Mebrûka re derbasî deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn.

Li gorî zanyariyên SOHRê, di nav girtiyan de 18 sivîl hene ku ji herêmên Dirbêsiyê û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê ne, ku di demên berê de bi rêya qaçaxçiyan derbasî herêma Serê Kaniyê bûbûn.

Bajarê Serê Kaniyê di Mijdara 2019an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatibû dagîrkirin.

SOHRê da zanîn, çekdaran li hember alîkarîkirina bi revîna wan ji zîndanê û gihandina navçeyên di bin kontrola HSDê de, fidyeya 3 hezar dolaran ji malbata her girtiyekî standine.

Da zanîn jî, hin kesên ku bi ji zîndanê revabûn, ji aliyê HSDê ve hatine girtin û lêpirsîn bi wan re tê kirin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hîn çarenivîsa 19 kesên ji zîndana Serê Kaniyê hatine revandin ne diyar e û eger heye, ew serkirde û çekdarên DAIŞê bin.

Hevdem bi proseya revîna girtiyan re, hêzên HSDê li dû şopa wan 19 girtiyên ku derbasî herêmên wê bûn digerin, ku tirsa HSDê ji wê yekê heye, ew kesên ji zîndanên hatibin revandin, serkirde û çekdarên DAIŞê bin û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bo pêkanîna planekê, ew derbasî herêmên wan kiribin.