Kurdên li Stenbolê: Heta Pirsa Kurd neyê çareserkirin aboriya Tirkiyê baş nabe

Li gorî Kurdên ku li Stenbolê dijîn ku ew jî ji rewşa aborî tengezar in dibêjin, eger li Tirkiyê kêşeya Kurd bê çareserkirin wê rewşa aboriya Tirkiyê jî baş bibe û jiyana debarê ya welatiyan jî rûne ser seyreke aram.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Piştî hilbijartinê yek ji mijara sereke ya li Tirkiyê ku tê nîqaşkirin rewşa aboriyê ye. Li aliyekî bilindbûna dolar li aliyê din ve jî bihabûna jiyanê. Li gorî Kurdên ku li Stenbolê dijîn ku ew jî ji rewşa aborî tengezar in dibêjin, eger li Tirkiyê kêşeya Kurd bê çareserkirin wê rewşa aboriya Tirkiyê jî baş bibe û jiyana debarê ya welatiyan jî rûne ser seyreke aram. Bi boçûna wan edalet, wekhevî û azadiya mafan dermanê pêşveçûna aboriyê ye.

Welatiyê Kurd Şakir Tural ji bajarê Wanê ye 54 salî ye, 6 keç û kûrekî wî heye û ev 30 sal zêdetir e tê Stenbolê û diçe ji bo xebatê. Ew dibêje; hunermendê înşaetê ye û her karî dike li înşaetan. Lê hê jî nebûye xwediyê xaniyekî. Karkerê Kurd di heman demê de dengbêjiyê jî dike.

Karkerê Kurd dide zanîn; mixabin dema em bi Kurdî diaxivin xelk pişta xwe dide me eger em yek bin û hev cuda nekin wê aborî jî baş be, beriya hertiştî em însan in û pêwîstiya me bi hev heye.  

Şakir Tural ji K24ê re diyar kir: “Ekonomî jixwe dewlemend dewlementir feqîr jî ro bi feqîrtir dibe. Hesteriya feqîr bûye kîloyek goş bikire here. Hûn karê televizyonê dikin dEhna xwe bidin qesaban kiloya goşt derketiye ser 350-400 hezarî. Li bajarê Kurdistanê ez xelqê Wanê me tû diçî Wanê jî xelqê Wanê nikare 2 kîlo penir bikire here mala xwe.”

Dayika Kurd Jiyan Demîr jî dibêje dema azadî nîn be û Kurd ne sebixwebûn hemû mal û mil yê me û vî welatî bin wê çi feydeya wê hebe. Pêşî maf, şûnde jî aborî.

Jiyan Demîr ji K24ê re diyar kir: “Em ji xwe li feqiriyê mezin bûne. Em hema pirtîkî dew li nava hev dixînin em li ser nanê xwe dikin di qirka me de çû em temam dewlemend bûn. Koçik di serê me de tune. Ne wilo Şikran di xaniyê kavil de rûdine. Ez jî li cihekî bilind rûdinim û ji rojê bêhtir tiştekî nebinim. Tine tine tine… Em çi bikin koçk û sarayan. Bila şerefa me hebe welatekî bi serbixwebûn hebe bila ewladê wiha paqij hebin li dora me bes e.” 

Ewrên reş yên li ser aboriya Tirkiyê her diçe metirsîdartir dibe. Lê belê Kurdên ku li bajarê Stenbolê dijîn, rewşa aboriya Tirkiyê bi şêweyekî din şîrove dikin. Erê ew jî bi gilî û gazind in ji ber aborî û nebûnê, lê belê ew dibêjin, heta ku kêşeya Kurd neyê çareserkirin ziman û nasnameya Kurdan neyê naskirin wê aboriya Tirkiyê jî baş nebe. Roja ku ziman û nasnameya Kurdan hate naskirin wê hingî jî aboriya Tirkiyê ber bi başbûnê ve biçe.