8 sal di ser Komkujiya Kobanê re derbas dibin

Goristana Komkujiya Kobanê
Goristana Komkujiya Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 25ê Hezîrana 2023an, 8 sal di ser komkujiya Kobanê (Şeva Reş) re derbas dibin ku di encamê de zêdetir ji 500 kesî li ser destê DAIŞê hatin şehîdkirin.

Di 25 Hizêrana sala 2015 an li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên DAIŞê di tariya şevê de û berî berbangê, derbasî nav bajarê Kobaniyî bûn û bi awayekî hovane komkujiyek di derheqê welatiyên Kobaniyê de pêk anîn.

Li gor çalekvanên bajarê Kobaniyê dibêjin, di wê Komkujiyê de bêhtir ji 500 kesî, ji zarok û jin û kal û pîr hatin kuştin û birîndarkirin, ku ew komkujî wek mezintirîn komkujiya di dîroka Rojavayê Kurdistanê de tê hejmartin.

Li goristana Komkujiya Kobanî bi dehan gor hene, nasnameya wan heya niha jî ne diyar in û xelkê Kobanê navên wek “Şeva Reş” û “Şeva Xedrê” li vê komkujiyê dikin.

Di vê boneya xemnak de li gelek cih û bajarê Kurdistanê û cîhanê, komkujiya Kobanî tê bibîranîn û malbatên qurbaniya daxwazê ji aliyê ku lêkolînakirina wê roja reş xistiye ser milê xwe dikin ku rastiya tiştê bûye ji malbatên şehîdan û raya giştî re aşkere bike.