Li Enqerê pîrozbahiya Cejna Qurbanê

Li Enqera paytexta Tirkiyê jî welatiyên berê xwe dane mizgeftan ji ber çend sedeman dilgiran bûn û hêviyên wan jî hebûn.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin siya qeyrana aboriyê de cejna Qurbanê hate pîrozkirin. Li Enqera paytexta Tirkiyê jî welatiyên berê xwe dane mizgeftan ji ber çend sedeman dilgiran bûn û hêviyên wan jî hebûn.

Wek hemû alema Îslamê li Enqereya paytexta Tirkîyeyê jî rêûresma Cejna Qurbanê li serê sibê bi edakirina Nimêja Cejnê dest pê kir. Welatî, penaberên Sûrîyeyî û geştyarên li vir bi cilûbergên xwe yên gelerî berê xwe dan mezintirîn mizgefta Enqereyê Mizgefta Kocatepeyê. Piştî cejna nimêjê welatiyan li ber mizgeftê cejna hev du pîroz kirin. Welatîyên li ber mizgeftê hatin bal hev ji ber çend sedeman dilgiran û xemgîn bûn.

Welatiyê bi navê Atîlla Gurpinar ji K24ê re diyar kir: “Ev eyde hinekî bi xemgînî derbas dibe. Îsal mixabin min nekarî biçim welêt û rewşa min ya aborî têra nekir ku qurbanekê serjê bikim. Xwedê xêra wan kesên ku qurban serjêkirî qebûl bike.”

Welatiyê bi navê Ertugrlu Agca jî dibêje: “Ez gelek kêfxweş im ku Rebbê me ev roje jî nîşanî me da. Me bi cîranên xwe re cejna xwe pîroz kir. Xwedê rojên xirab nîşanî welatê me nede. Tenê xemgîniya me ev e ku me nekarî biçin welêt. Bi vê yekê dilgiran im.”

Herwiha welatî Sabahattîn Ergîn jî diyar dike: “Şikir Ji Xwedê re em gihandin van rojên pîroz. Di vê roja pîroz de ez dixwazim aramî bê hemû cîhanê.”

Zarokên ku berê xwe dane mizgeftê ji bo Cejnê bi plan û malbatên wan jî xwedî hêviyên xweş bûn.

Evlîya Temel dibêje: “Em ê biçin serdana nasên xwe,  cejna wan pîroz bikin Û Emê bi hev re taştêya xwe bixwen. Em ê biçin geştê bi malbata xwe. Ji bo me jî rojeke xweş e û em ê bi dilê xwe bigerin.”

Herwiha Yakup Temel jî diyar dike: “Bi hêvî dikin ku roja me ya herî nexweş wiha be. Bila ev roja bibe sedema biratî û hatina rojên xweş û aram. Bila ev cejin bibe sedem ku rêyek bo çareseriya keşeyên welêt bê peydakirin.”

Piştî nimêja cejna Qurbanê welatîyên ku ber mizgeftê cejna hev pîrozkirin bi kirîna gul û çîçekan berê xwe dan ser mezel û goristanan.

Di cejna Qurbanê de welatiyên ku nekarîn biçin welatê xwe û ji ber rewşa aborî nekarîn Qurbanê serjê bikin dilgiranin. Lê belê li mizgefta mezin Cejna Qurbanê bi dilxweşî tê pêşwazîkirin.