Mezlûm Ebdî banga vegera ser maseya diyalogê li aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) banga piştgirîkirina li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê kir û hêvî xwast ku aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê vegerin ser maseya danûstandinan.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li bajarê Hesekê di çarçoveya beşdariya di korbendekê derbarê Peymana Lozanê de diyar kir, “Siyaseta înkarê yên bi Peymana Lozanê re dest pê kirin, ti encamên xwe pêk neanîn û têk çûn. Îro li Rojhilata Navîn derfet di destê Kurdan de heye ku rastiya doza xwe û hebûna xwe di nexşeya Rojhilata Navîn de îsbat bikin."

Mezlûm Ebdî got jî: “Li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên Kurdan hene û divê ew bên parastin û piştgirîkirin.

Her wiha Mazlûm Ebdî, bang li hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdistanê kir ku berxwedan û têkoşînê bidomînin, hêz û gotara xwe bikin yek, bêyî şertên pêşîn bikevin nava tevgerê û qonaxê bi awayekî zelal binirxînin, da ku derfetan ji dest nedin.

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de Mezlûm Ebdî tekez kir ku ew di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de bêyî şert û merc ji bo her cure diyalog û yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê amade ne.

Ebdî wiha axivî: “Me bi rêya destpêşxeriya xwe, hewl da ku rêzên hêz û aliyên siyasî yên navçeyê bikin yek û me karî bigihin nexşerêyeke siyasî, lê ew rawestiya û berdewam nebû. Em amade ne ku wan gotûbêjan di navbera hemû aliyan de dest pê bikin. Ev qonax, qonaxa yekxistina hewl û kedan e û em hêvîdar in ku aliyên Kurdî vegerin ser maseya diyalogê.”

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) ji Mijdara 2019'an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û HSDê dest bi danûstendinên yekrêziya kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya rojavayê Kurdistanê de kiribûn, lê ev danûstandin piştî nêzîkî salekê û bêyî gihîştina ti peymanekê rawestiyane.