Li Îranê çekdaran êrîşî binkeyeke polîsan kirin

Hejmareke çekdaran vê sibê li bajarê Zahîdan ê Îranê êrîşî ser binkeyeke polîsan kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmareke çekdaran vê sibê li bajarê Zahîdan ê Îranê êrîşî ser binkeyeke polîsan kirin.

Îro Şemiyê 8ê Tîrmeha 2023an danê sibê medyaya Îranê ragihand, hejmarek çekdaran êrîşî ser binkeyeke polîsên bajarê Zahîdanê kirin û di wê êrîşê de kesek hat kuştin.

Rayedarên Îranê dibêjin, êrîşkar kembera bombekirî jî bi wan re heye û heta niha jî teqekirin berdewam e.

Malpera Faris News a nêzîkî Supaya Pasdaran diyar kir, heta niha çekdarek hatiye kuştin û pevçûn didome.