Kabîneya Nehem bi hezaran proje ji bo vejandina binesaziya Herêma Kurdistanê cibicî kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin daye projeyên rêyan, bi awayekî ku bûye damara vejandina sektorên din ên wek bazirganî, pîşesazî, çandinî û geştiyariyê û zêdetirî 600 proje di vî warî de, bi buhayê nêzîkî sê trîlyon dînar hatine cîbicîkirin.

Hemecurkirina jêderên dahatê û giringîdana bi sektorên giştî, armanca sereke ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Li gorî bernameya kabîneyê jî, bi guhdana rêyan, sektorên bazirganî, pîşesazî, çandinî û geştyariyê tên aktîvkirin.

Li gor amarên fermî, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 hezar û 379 projeyên giring bi nirxê 12 trîlyon û 40 milyar û 667 milyon dînar di beşên rê, av, paqijî, çandinî, elektrîk, perwerde û xizmetguzariyên serekî de cîbicî kirine.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev proje li gorî pêwîstiyên parêzgehan û îdareyên serbixwe û bê cudahî hatin cîbicîkirin.

Daneyên Encûmena Wezîran nîşan dide ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di warê cîbicîkirina projeyan û terxankirina pereyan de, di navbera ti bajar û parêzgehekê cudahî nekiriye.

Ev proje hatin cîbicîkirin û bûdceya pêwîst li gor nifûs û pêwîstiyên herêman û li ser bingeha dadperwerî, komkirina dahatan û bi berçavgirtina xizmetkirina hemû welatiyên Herêma Kurdistanê bê cudahî, hatine terxankirin.

Li parêzgehên Silêmanî û Helebce û her du îdareyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê ku hejmara niştecihên wê 2 milyon û 268 hezar û 50 kes in, Kabîneya Nehem hezar û 195 projeyên cuda, bi bihayê 4 trîlyon û 234 milyar û 685 milyon dînar pêk anîne.

Di heman demê de, hikûmetê 2 hezar û 184 proje li parêzgehên Hewlêr, Dihok û îdareyên serbixwe Soran û Zaxoyê ku hejmara niştecihên wan 3 milyon û 804 hezar û 742 kes in, bi bihayê 7 trilyon û 805 milyar û 982 milyon dînar cîbicî kirin.