Baroya Diyarbekirê li ser dîmenên êşkenceya li Licê doz vekir

Baroya Diyarbekirê ragihand, li ser giliyên welatiyan, derbarê êşkence û serderiyên xirab ên li navçeya Licê ya Diyarbekirê, doz vekirine.

Diyarbekir (K24) – Baroya Diyarbekirê ragihand, li ser giliyên welatiyan, derbarê êşkence û serderiyên xirab ên li navçeya Licê ya Diyarbekirê, doz vekirine.

Baroya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku li ser îfade û gilîyên welatiyan, di derheqê kesên ku di 3ê Tîrmehê de, li Licê ya navçeya Diyarbekirê; xwe wek erkdarên hêza ewlehiya Tirk nîşan dane de, doza: ‘êşkence, muameleyên xirab û dijmirovî kirine û azadiya takekesî ya welatiyan binpêkirine’ hatiye vekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, welatiyan di îfadeyên xwe de, îdîa kirine ku bi gotinan li wan heqaret hatine kirin, gef hatine xwarin, bi lêdanê qesta birîndarkirina wan hatiye armanckirin  û ji azadiya xwe ya takekesî bêpar hatine hiştin.

Hat ragihandin, Baroya Diyarbekirê ji bo ku bûyer bê vekolîn, diyardeyên wê bên eşkerekirin û kiryarên bûyerê bên destnîşankirin, serî li dozgeriyê daye û dê heta dawiyê jî şopînerên dozê bin.

Dîmenên êşkenceyê li ser medyaya civakî belav bûne
Dîmenên êşkenceyê li ser medyaya civakî belav bûne