Li Diyarbekirê 15 rojnamevanên Kurd hatin berdan

15 rojnamevanên Kurd ku di 15ê Hezîrana 2022an de hatibûn girtin û yekem car rojek berê di 11.07.2023an derketibûn ber dadgehê, serbest hatin berdan.
Dadgeha Diyarbekirê
Dadgeha Diyarbekirê

Diyarbekirê (K24) - 15 rojnamevanên Kurd ku di 15ê Hezîrana 2022an de hatibûn girtin û yekem car rojek berê di 11.07.2023an derketibûn ber dadgehê îro jî îfedagirtina berdewam kir û bi dawî hat de; biryara serbest berdana 15 rojnamevnên girtî hat dayîn.

Dozgerê dozê daxwaza berdewam girtîmayîna rojnamevanên Kurd kiribû, lê piştî ku îfadeyên wan hatin wergirtin, dadger biryara ‘bi kontrola dadî serbestmayîna wan’ da û dê doz bi danişîna duyemîn di 9 Mijdarê de birêve biçe.

Ji bo şopandina dozê û piştgiriya rojnamevanên Kurd, nûnerên partiyên siyasî yên Tirkiyê û saziyên sivîl û medyayê yên li Tirkiyê û Ewrûpayê jî hatibûn Diyarbekirê û daxwaza serbest berdana rojnamevanan kiribûn.

Di 15’ê Hezîrana 2022an de 18 rojnamevan hatibûn girtin, lê 3 ji wan serbest hatibûn berdan û 15 rojnamevan, 13 meh li benda yekemîn darezandinê bi awayekî girtî mabûn. Ji niha pê ve jî li gel ku serbest hatine berdan dê doz û darizandina 18 rojnamevanan berdewam bike.