Jûra Dermansazên Diyarbekirê: Dermanên dil, tansiyon û diyabetê peyda nabin

Peydabûna dermanên nexweşiyên wek Dil, Tansiyan, Diyabet û penceşêrê her ku diçe zehmet dibe û bang hate kirin ku ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek were peydakirin.
Dermanxaneyek li Diyarbekirê, wêne: Kurdistan24
Dermanxaneyek li Diyarbekirê, wêne: Kurdistan24

Diyarbekir (K24) - Jûra Dermansazên Diyarbekirê ragihand ku li Diyarbekirê peydabûna dermanên nexweşiyên wek Dil, Tansiyan, Diyabet û penceşêrê her ku diçe zehmet dibe û bang hate kirin ku ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek were peydakirin.

Jûra Dermansazên Diyarbekirê di daxuyaniyekê bal kêşand ser rewşek metirsîdar. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku li Diyarbekirê di warê peydakirin dermanên çend nexweşiyan de pirsgirêk derketiye holê ku dermanên nexweşiyên wek Dil, Tansiyan, Diyabet û penceşêrê bi zehmetî peyda dibin.

Di daxuyaniya jûrê de hat diyarkirin, ji xwe nexweş 1.5 an jî 2 mehan dimînin benda bijîşkan ku heta dora dermankirinê were wan û dema dor tê jî vê carê jî dermanên bo wan hatine nivîsîn di dermanxaneyan de nînin ku ev yek navbera nexweş û dermanxaneyan de jî dibe sedema aloziyê.

Jûra Dermansazên Diyarbekir bo çareseriyê pêşniyar dike ku biryarnameya bihayê dermanan were guherîn, politikaya dabînkirina dermanan ji ber çav were derbaskirin, dawî berbendiya dermanên ji derve tên were anîn û şûna çareseriyên demkî, çareseriyên mayîn de divê werin dîtin.