Pispor: Tirkiye bi demkî ji Rûsyayê dûr ketiye

Piştî Lûtkeya NATO û helwestên dawî yên Tirkiyê dijî Rûsyayê nîşan dane, mijara dehatûya pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê jî di rojevê de ye.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Piştî Lûtkeya NATO û helwestên dawî yên Tirkiyê dijî Rûsyayê nîşan dane, mijara dehatûya pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê jî di rojevê de ye. Pispor dibêjin bi çend sedemên serekî Tirkiye bi demkî ji Rûsya dûr ketiye. Şarezayên babetê jî dehatûya pêwendiyên Enqere û Moskowê girêdidin encamên serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan ya bo welatên Kendavê. 

Pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê ji ber geşedanên dawî li ber alozbûnê ne. Beriya Lûtkeya NATO serokê Ukraynayê Zelensky li Tirkiyê bibû mêvan û serokkomarê Tirkiyê gotibû ku ew dixwazin Ukrayna bibe endamê NATOyê. Li gel vê yekê Tirkiyê tevî ku bi Rûsyayê rêkeftin îmze kiribe jî endamên livaya Azov ku dijî Rûsyayê şer dikirin û li Tirkiyê diman radestî Ukrayna kir.

Herwiha di lûtkeya NATOyê ya 11 û 12ê Tîrmehê de jî Tirkiyê ji bo endamêbûna Swêdê jî glopa kesk pêxist. Bandora van geşedanan ya li ser pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê jî cihê meraqê ye.

Pisporên pêwendiyên navdewletî dibêjin ku Tirkiye ji neçerî û demkî pişta xwe daye Rûsyayê û piştî du geşedanên dahatûyê de dê pêwendiyên Tirkiye Rûsyayê asayî û geştir bibin.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Hasan Oktay ji K24ê re diyar kir: “Dema ku em di çarçoveya NATOyê de pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê dinirxînin em dibînin ku Tirkiye xwe ji Rûsyayê dûr xistiye û nêzî NATO bûye. Lê Tirkiye ji bo ku ji gemaroyên ser Rûsyayê hatine karîgerkirin zirar nebine û di warê aborî de piştevaniya welatên ewropayê verbigre xwe ji Rûsya dûr xistiye. Ev dûrketin demkî ye. Piştî hevdîtinên 17ê Tîrmehê yên bo koridora dexlûdan û egera serdana Putîn bo Tirkiye dê rewş asayî bibe.”

Li gorî şarezayên rewşê dişopînin jî eger Erdogan ji serdanên xwe yên bo Kendavê bê encam bimîne dê pêwendiyên Enqere û Moskowê biguherin.

Pisporê Pwendiyên Navdewletî Aydin Sezer ji K24ê re diyar kir: “Tirkiye ji bo ku qeyrana heyî ya aborî lawaz bike serdana welatên Kendavê dike. Ger Tirkiye ji wan welatan di warê aborî de dest wala vegere û ji Rûsya û Çînê pereyê pêwîst wernegire vê çaxê em dikarin bêbêjin ku Tirkiye dê ji Rûsyayê dûr bikeve û temamî dê berê xwe bide Ewropayê da ku berê veberhênanên Ewropî bide Tirkiyê. Eger Ewropa jî pereyê pêwîst bide Tirkiyê dê pêwendiyên Enqere Moskow têk biçin.”

Di navbera 17 Û 19ê Tîrmehê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi şandeyeke 200 kesî ku bazirgan û wezîran pêk tê serdana Qetar, Îmarat û Erebîstana Sudî dike. Pispor û şareza amaje pê dikin encamên van serdanan dê nexşerêya pêwendiyên Enqere û Moskovê jî bide diyarkirin.