Wezareta Derve ya Danîmarka şewitandina Quranê ya li Copenhagen şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Danîmarkayê şewitandina Qurana Pîroz şermezar kir û got ku Misliman beşeke rêzdar a welatê me ne.
Wezareta Derve ya Danîmarkayê di daxuyaniyekê de got: “Hikûmeta Danîmarkî şewitandina Qurana Pîroz şermezar dike û şewitandina tekstên pîroz û sembolên din ên olî şerm e ku bêrêziyê li ola kesên din dike.”
Herwiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şewitandina Qurana pîroz kiryareke provokatîf ye ku hestên gelek kesan diêşîne û dubendîyê di navbera ol û çandên cuda de çêdike.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li Danîmarkayê azadiya olî heye û hejmareke mezin ji welatiyên Danîmarkî misilman in û beşeke rêzdar a rûniştvanên Danîmarkayê ne.”
Wezareta Derve ya Danîmarkayê bi pêwîstî zanî ku rêz li azadiya kombûn û derbirînê bê girtin û tekez kir ku mafê û xwepêşandanê û nîşandana nerazîbûnê tê parastin, lê divê aştiyane bimîne.
Ev yek di demekê de ye, duhî endamên grûpa tundrew a bi navê “Welatparêzên Danîmarkî” li ber Balyozxaneya Iraqê li Copenhagen çapeke ji Qurana pîroz şewitand û di encamê de li welatên îslamî xwepêşandan derketin.