Welatiyên Qamişlo ji ber kêmbûna elektirîk û avê bi gazind in

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên bajarê Qamişlo gazindinan ji rewşa xirab a elektirîkê û ava vexwarinê dikin û dibêjin, rojê tenê 1 demjimêrê elektirîka niştimanî heye. Bi nebûna elektirîkê re, av jî namîne.

Welatiyê bi navê Cimşîd Mele Ehmed dibêje: “Ji ber germa Havînê, bi taybet ku em kar jî dikin, em gelekî ji nebûna elektirîkê aciz dibin. Elektirîka niştimanî ji 24 demjimêran, yan demjimêrekê tê, yan jî nayê. Gelek caran jî jenertora taxê jî ji ber germê têk diçe. Eger em jenertora malê vêxim, em tenê dikarin 2 yan 3 demjimêran vêxin û em nikarin sûdê gelekî jê bibînin, ji berk u empêrên wê kêm in.”

Xalîsa Mihemed Emîn jî dibêje: “Di vê rewşa me de, ne av û ne elektiîk heye. Ji 24 demjimêran, demjimêrekê elektirîkê didin me, elektirîk dema tune be, av jî pê re qut dibe. Em nikarekî karekî malê jî bikin. Ew rewş tayber bo zarokan, gelekî zehmet e.”

Ji destpêka meha Tîrmehê ve pileyên germê li seranserî Rojavayê Kurdistanê bilind bûne, her ji ber germê nêzîkî 50 kesî li Qamişlo derbasî nexweşxaneyan bûn ku piraniya wan jî zarok in.