Serokê Giştî yê Huda-Parê: Em dixwazin êrîşa li Edenê bi awayekî zelal bê aşkerekirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Karvedanên êrişa ku di 22’ê Tîrmehê de li rêvebirên Partiya Doza Azad Huda-Parê yên Edeneyê hatibû kirin û di encamê de sekreterê Huda-Parê yê Edeneyê Sacît Pişkîn hatibû kuştin, Serokê Huda-Parê yê bajêr jî birîndar bûbû berdewam dike. Piştî ku termê Sekreterê Huda-Parê yê Edeneyê Sacîd Pişkîn, di 23’ê Tîrmehê de, bi beşdariya girseyî hat definkirin, ji partiyên siyasî jî peyammên teziyeyan ji bo malbatê û Huda-Parê hatin diyarkirin.

Sekreterê Huda-Parê yê Edeneyê Sacîd Pişgîn ku 33 salî bû, bi Serokê bajêr Salîh Demir re ji bo ku nimêja esirê bike, diçin avahiya Huda-Parê ya Edeneyê. Êrişkarê bi navê A.S jî li pey wan dikeve avahiyê û dema kul i ser nimêja Esirê ne, herdûyan bi kêrê birîndar dike, lê Sacîd Pişkîn li nexweşxaneyê canê xwe jidest dabû.

Serokê Giştî yê Huda Parê ragihand ku ji partiyên siyasî yên çepgir heta yên rastgir û desthilatdariyê, hemû partiyan, dilnigariya xwe ji bo êrişê ragihandiye û balê kişand ku her çiqas êriş dilêşî û dilnîgarî çêkiribe jî, helwesta ku hatiye nişandan, ciyê hêviyê peyda kiriye ku rê neyê dayîn, êrişên wiha dubare bibin.

Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglû ji K24ê re got: “Em dixwazin ev buyer eslê wî her çi be bê û kî li pişt vî kesî hebe, bi awayekî zelal bê aşkerekirin. Em li hêviyê ne ku bilez derxînin holê. Ji duhî de ji siyaseta çep heta yên rast, herkes xemgîniya xwe tîne ziman û sersaxî dixwazin. Eviya bi rastî ji aliyekî ve hêviyên me geş dikin. Em dibêjin înşelah ku ev bertek her daîm be û êriş li kê were kirin bila be, bi heman awayî bê nişandan da ku wêrikiya kes û aliyên bixwazin êrişên wiha bikin, bê şikandin.”

Endam û rêvebirên Huda-Parê, beşdarên taziyê û malbata Sacîd radigihînin ku Sacîd kesekî ku kî wî naskiribe, jê razîbûye û tu wateyekî nadin vê êrişê.

Talîp Pîşkîn got: “Teseliya me rehma xweda yê dilovan e. Xwedê rehma xwe lê bike û ciyê wî bihuşt be. Ew biçûkê me 11 xuşk û birayan bû û 2 zarokên wî hebûn. Înşelah, zarokên wî, emanetî xweda û me ne, emê li emaneten wî xwedî derbikevin da ku bi bextekî xweş jiyana xwe bijîn.”