Bangeke bilez.. Nexweşên penceşêrê yên li Rojava derman peyda nakin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Nexweşên penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê bi zehmetî xwe dermanên xwe peyda dikin. Dermansaz jî dibêjin ku derman peyda nabin û eger hebin jî bi nirxekî giran têne firotin û her kes nikare bikire. Xizmên nexweşan jî dibêjin, ji ber nebûna navendeke bijîşkî ya taybet ji bo nexweşên penceşêrê û nebûna dermanan, ew neçar in ku biçin Şamê.

Li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka peydakirina dermanên penceşêrê heye, nexweş jî dibêjin, ji ber ku dermanê penceşêrê nîne, ew neçar in her carê berê xwe bidin Şamê.

Nesir Remedan ku hevjînê nexweşeke penceşêrê ji K24ê re dibêje: “Em li dermanê penceşêrê geriyan, me nedît. Li ti dermanxane û nevendan me nedît. Em neçar bûn biçin Şamê, riya Şamê jî gelekî zehmet e û bi firokeyê çûn û me lêçûneke mezin danî. Sektora giştî em nehewandin, em çûn nexweşxaneyeke taybet ku gelek biha ye.”

Nesredîn Perîk xwediyê kogeha dermanan li Qamişlo ye dibêje, heta ew derman derbasî navçeyên Rojava dikin, gelek zehmetiyan dibînin. Ew daxwaz ji Rêveberiya Xweser û rêxistinên mirovî dike ku di mijara peydakirina dermanên nexweşên penceşêrê de alîkar bin.

Nesredîn Perîk dibêje: “Ez wek xwediyê komgeheke dermanan, gelek zehmetiyan dibînim heta ku dermanan derbasî herêmê dikim. Dermanê ku herî pêwîstiya miletê me pê heye, dermanê penceşêrê ye. Pêwîst e navendek taybet bi penceşêrê li herêmê hebe û ew derman peyda bike.

Dermansazên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, dermanê penceşêrê zû bi zû peyda nabe, eger peyda bibe jî, bi nirxekî gelek giran tê firotin û hemû nexweş nikarin bikirin.

Dermansaz Selah Remo dibêje: “Ji xwe her tişt li Sûriyê giran bûye, ji ber ku nirxê lîreya Sûrî nemaye û dolar bilind bûye. Jixwe jî dermanê penceşêrê bi dolar tê kirîn û gelekî biha radiweste.”

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di destê Rêveberiya Xweser de, ti navendeke çaresekirinê yan pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî ji bo nexweşên penceşêrê nînin, lewma jî nayê zanîn ka çend nexweş li wan navçeyan hene û pêwîstiya wan bi çi dermanan heye.