Sibe yekem rûniştina darizandina kujerên bûyera Nisêbînê birêve diçe

Li Dadgeha Mêrdînê ya li Bakurê Kurdistanê, sibe Pêncşemê 27ê Tîrmeha 2023an, yekem rûniştina darizandina kujerên bûyera Nisêbînê birêve diçe.

Hewlêr (K24) – Li Dadgeha Mêrdînê ya li Bakurê Kurdistanê, sibe Pêncşemê 27ê Tîrmeha 2023an, yekem rûniştina darizandina kujerên bûyera Nisêbînê birêve diçe.

Nûnerê malbatên qurbaniyan Herbî Celaledîn ji Kurdistan24ê re ragihand, rûniştina dadgehê dê di demjimêr 09:30 xulekan de li Dadgeha Mêrdînê bi amadebûna kujeran ku pênc tawanbar in, birêve biçe, ku derbarê dozê de ev yekem rûniştina dadgehê ye.

Herbî Celaledîn diyar kir, ew wek malbata qurbaniyan ligel parêzerên xwe dê di rûniştinê de amade bin û daxwaz dikin ku dadgeh di sizadana tawanbaran de rola xwe bibîne û rastiya li paş vê bûyerê ji malbata qurbaniyan û raya giştî re eşkere bike.

Sibeha roja Pêncşemê 19ê Çileya 2023an li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, pênc welatiyên xelkê bajarê Duhokê di otomobîla xwe de ji aliyê çend kesan ve hatin şehîdkirin. Di demekê de ku ew welatiyên Başûrê Kurdistanê bi mebesta wergirtina tedawiya nexweşiyê çûbûn Bakurê Kurdistanê.

Bûyer li ser rêya sereke ya Nisêbîn-Mêrdînê ya li Bakurê Kurdistanê rûdabû. Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê pênc kes derbarê bûyerê de desteser kirin ku du ji wan tawanbarên sereke ne û sê kesên din jî alîkar in.