Ron Nehring bo K24: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gelek baş in û demdirêj in

Berpirsê Programên Derve yên Leadershipa Amerîkayê Ron Nehring ragihand, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gelek baş in û demdirêj in û Amerîka bi hûrgilî çavdêriya bûyerên Iraqê dike.

London (K24) – Berpirsê Programên Derve yên Leadershipa Amerîkayê Ron Nehring ragihand, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gelek baş in û demdirêj in û Amerîka bi hûrgilî çavdêriya bûyerên Iraqê dike.

Roja Pêncşemê 27ê Tîrmeha 2023an, Berpirsê Programên Derve yên Leadershipa Amerîkayê Ron Nehring ji Kurdistan24ê re ragihand, baweriya min wisa ye ku rewşa Iraqê di pêşveçûnê de ye, girîng e ku em cidî bin di wê yekê de ku rêz li mafên xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê were girtin, Herêma Kurdistanê jî wek çend salên borî bikare geş bibe û xweşguzeran be û otonomiya wê bi parastî bimîne.

Ron Nehring destnîşan kir, heta wê dema ku xelkê Kurdistanê bi xwe biryar li ser siberoja xwe didin, divê rêz li statuya wan were girtin, ne ku li Amerîka yan li Îran biryar derbarê wan de were dayîn û got: “Girîngiyeke mezin li biryarên Îranê tê dayîn, loma eger li Iraq û ji aliyên Iraqî ve biryar li ser siberoja Herêma Kurdistanê were dayîn û rêz li mafên takekesî û otonomiya Kurdistanê were girtin, baweriya min wisa ye ku dê baştir bibe, lê belê eger Îran hewl bide destwerdanê di siyaseta Iraqê de bike, dê nîgeraniyan zêde bike.”

Nehring ku gelek caran wek şîrovekarê siyasî li navendan û medyayên diyar ên Amerîkayê wek axaftvan derdikeve, tekezî li ser wê yekê jî kir ku rewşa Iraq û navçeyê di pêşveçûnê de ye û eşkere jî kir, ji ber bandorên hejmûna Îranê bi ser Iraqê de xelk li Amerîkayê nîgeran in.

Li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, Berpirsê Programên Derve yên Leadershipa Amerîkayê Ron Nehring eşkere kir, hemû wan êş û janên ku xelkê Herêma Kurdistanê tê de derbas bûn, divê li hikûmeta niha ya Iraqê rêz li mafên Kurdan were girtin, rê bide wê otonomiyê ku wisa kiriye Herêma Kurdistanê geş bibe.

Her wiha li ser pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê, Ron Nehring ragihand, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gelek baş in û demdirêj in, Amerîka bi hûrgilî çavdêriya bûyerên Iraqê dike.