Malbatên 5 qurbaniyên Duhokî dixwazin bûyer bi hemû aliyên xwe ve bê eşkerekirin

Li bajarê Mêrdînê  yê Bakurê Kurdistanê, yekemîn rûniştina doza kuştina pênc welatiyên Herêma Kurdistanê birêve çû.
kurdistan24.net

Mêrdîn (K24) – Li bajarê Mêrdînê  yê Bakurê Kurdistanê, yekemîn rûniştina doza kuştina pênc welatiyên Herêma Kurdistanê birêve çû. Di yekem rûniştinê de tometbaran hevdu tometbar kirin. Dadgerê doz bo 20’ê meha 10 ya 2023an paşxist. Endamên malbat û parêzeran gotin ku; ew dixwazin bûyer bi hemû hûrgiliyên xwe bê zelalkirin û berpirsên sereke yên kuştina van her pên mirovan bêne sizakirin.

Tometbarên kuştina her pênc endamên du malbatên Herêma Kurdistanê di nava tedbîrên ewlehiyê de bo dadgehê hatin veguhestin. Li 4emîn Dadgeha Sizayê Giran di yekem rûniştin de her du tometbarên sereke Faris A. û Abdullah K. ku bi awayekî zindanîkirî tên darizandin û 3 tometbarên ku tê îdiakirin alîkarî kirine, hatin dadgehîkirin. Di rûniştinê de Faris A. û Abdullah K. hevdu bi kuştina her pênç kesan tometbarkirin. Parêzerê malbatan gotin ku; ji bo ku vê zelakirina vê bûyerê dê kar bikin û ew dixwan bizanin ku ev bûyereke siyasî ye an na.

Parêzerê Malbatên Qurbaniyan Mehmet Okatan diyar kir: “Îfadeyên tometbaran wekî yên berê bûn. Wekî ku ev bûyer bûyereke  kuştin û şelandinê be behs dikin. Lê belê me xwest ku dadgeh li ser vê bûyerê lêkolîneke berfireh bike û derxîne holê ku gelo ev bûyereke siyasî ye an na. Me xwest ku hemû delîlên bûyerê bêne komkirin. Hemû qurbanî jî ji serê xwe hatine kuştin. Gumana me heye ku ev bûyereke siyasî be.”

Faris A. di îfadeya xwe ya di dadgehê de got; ew bi riya Abdullah K. ji aliyê hin kesên ku dibêjin ew zilamên dewleta kûr in ve bi kuştina malbata wî hatiye tehdîtkirin got; Abdullah K. ew her pênc welatî kuştin. Lê Abdullah K. jî Faris A. bi kuştina endamên malbatê tometbar kir. Endamên malbatê jî beşdarî rûniştinê bûn û di dadgehê de îfade dan û gotin; ew bawer nakin ku ev her pênc kes ji ber pere û diziyê hatibin kuştin û difikirin ku hin destên tariyê di nava bûyerê de bin.

Xizmê Qurbaniyan Necîm Ebdullah ji K24ê re diyar kir: “Em wekî kesûkarên qûrbaniyan  bi parêzerên xwe re em li ser wê yekê disekinin ku van kesên ku ev kuştin kirine me dît ku ne ew kes in. Ev ne ew kes in ku bikaribin vê tawana evqas mezin encam bidin. Her hindek kesên din jî hene ku ev dehf dane. Li gorî dîtina me van tometbaran ji bo kuştinê pere wergirtine. Divê ew bêne sizadan û bû milet bibe îbret.”

Şanda dadgehê biryar da ku; heta rûniştina duyem lêkolîna li ser bûyerê berfirehtir bê kirin, tometbara bi navê Çîgdem B. bo runiştina dûyem bo dadgehê bê anîn, li ser hemû hesabên bankeya û pêwendiyên telefonên tometbaranlêkolîn bê kirin û ji Herêma Kurdistanê derbarê her sê  tometbarên ku hatibûn binçavkirin de pirs bêne kirin.

Da ku kêmasiyên di vê dosyeyê de bêne temamkirin û bêne cîbicîkirin dadgehê biryar da ku daniştina duyemîn di 20ê Cotmeha 2023an de bê birêve biçe. Malbat dixwazin tometbar her zindanîkiribûn û heger hin kes li pişt wan hebin jî ew jî bêne destnîşankirin û bêne sizakirin.